ÎSTANBÛL
Bombeya destan avêtin cihê polêsên ku li ber derê Qesra Dolmabahçeyê nobetê digirin. Ji ber ku bombeya destan neteqiya êrîşkar gule berda polêsan û hat binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin kesek nêzîkî polêsên ku li ber Deriyê Saltanatê yê Qesra Dolmabahçeyê nobeta rêzgirtinê digirin bû û bombeya destan avêt ser wan. Ji ber ku bombe neteqiya êrîşkar vê carê jî hewl da ku guleyan bibaranîne ser polêsan.
Çek nexebitî û li ser vê yekê polêsan êrîşkar girt. Êrîşkar birin cihê polêsan a li nav qesrê û kolan jî ji bo hatûçûyê girtin.
Hat îdiakirin ku êrîşkar endamê rêxistineke çep a dereqanûnî ya kevn e û sabiqeya wî heye. Êrîşkar birin Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Stenbolê.
Piştî lêkolînan kolan ji bo hatûçûyê vekirin.