Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Yên ku pêvajo feda kirin ew kesin ku, ji bo bendavê derbas bibin beşdarî bloka statukoyê bûn û ketin milê çeteya paralel a ku hewl didin pêvajoyê sabote bikin."
Akdogan duh li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got ku daxuyaniya wî ya der barê pêvajoya çareseriyê de hatiye berevajîkirin û wiha got: "Gladyoyê rastîn ew in ku bi dijminên pêvajoyê re îtifaq kirin, li hember mîmarên pêvajoyê şer û li dijî Erdogan jî kampanya dan destpêkirin. Gotinên min wek 'Ji bo Serokatiyê pêvajo feda kir' hate weşandin. Ev, şûna ku fêm bikin, nêta xirab e û nêrîneke xebîs e. Yên ku pêvajo feda kirin ew kesin ku, ji bo bendavê derbas bibin beşdarî bloka statukoyê bûn û ketin milê çeteya paralel a ku hewl didin pêvajoyê sabote bikin."