MANÎSA
Li Salîhliya nevçeya Manîsayê li mala bavê polês Mehmet Uyarê (30) ku li Çinara navçeya Diyarbekirê ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê hate kuştin şîn heye.
Rêvebirên Midûriyeta Ewlehiyê ya Salîhliyê hatin mala bavê Mehmet Uyar û xebera şehadeta wî dan bav û diya wî. Ji bo bavê wî Huseyîn Uyar, diya wî Meryem Uyar û eqrebayên wî li ber derê malê ambulans amade kirin.
Hat ragihandin ku jina Uyar Nedîme Uyar jî wek mêrê xwe polês e û ducanî ye. Hat gotin ku tayîna wan derketiye welatê wan û wan plan dikir ku di 15ê tebaxê de werin welatê xwe.
Waliyê Manîsayê Erdogan Bekşar sersaxî da malbata Uyar û ji nûçegihanê AAyê re got ku tê plankirin ku cinazeyê Uyar îro wê bê Manîsayê.
Endamên PKKya rêxistina terorê li Çinara navçeya Diyarbekirê duh êvarê êrîşî çayxaneyekî kiribûn û di êrîşê de polês Mehmet Uyar, welatiyên bi navê Osman Çaran û Îbrahîm Turan birîndar bibûn. Ew rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, lê Uyar û Çaran di nexweşxaneyê de miribûn.
Çaran hat definkirin
Osman Çaranê (51) ku di êrîşê de mir hat definkirin.
Cinazê Çaran li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê hat otopsîkirin û pişt re li goristana navçeya Çinarê hat definkirin.
Qaymeqam Îsmaîl Şanli û gelek welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.