04 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Ji bo dosyeya Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Giştî ya HDPyê ya li Diyarbekirê di lêpirsîna terorê da hat girtin û heta 83 salan jê ra cezayê hepsê tê xwestin, biryara "bêrayedarî"yê hat dayîn û şandin Enqereyê.
Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Diyarbekirê ya îdianameya der barê Yuksekdagê da qebûl kir, li ser daxwaza tehliyeyê ya parêzerên bersûcê, rewşa girtibûnê nirxand.
Dadgehê ji ber hebûna delîlan, îfadenedayînê û komnekirina delîlan biryar da bersûc girtî bimîne.
Dadgehê dosyeya Yuksekdagê bi hinceta "bêrayedarî"yê şand Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê.
Di îdianameya Yuksedagê da ji ber sûcên "rêvebiriya rêxistina terorê", "mixalefeta li dijî zagona meş û çalakiyan" û "di navbera gel da derxistina kîn û nefretê" jê ra ji 30 salan heta 83 salan cezayê hepsê tê xwestin