Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş destnîşan kir ku pêwendiyên wî yên bi rayedarên Rûsyayê ra girîng in û wiha got: "Me ji Rûsyayê daxwaz nekir ku bira di mizakereyên ku Tirkiye bi kurdan ra dimeşîne bibin çavdêr û ne jî bila midaxeleyî pêvajoyê bibin."
Demirtaşê ku ji bo pêwendiyan li Rûsyayê daxuyaniya çapemeniyê da.
Demirtaş destnîşan kir ku 5 roj in bi lijneyekê li Rûsyayê pêwendiyan datînin û got ku cara ewil e HDP li Rûsyayê serdaneke wiha dike.
Demirtaş diyar kir ku di hevdîtinên li Rûsyayê da fikr û ramanên HDPyê yên der barê çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn parve kirine û wiha got: "Me got ji bo çareserkirina pirsgirêkan guh bidin pêşniyarên HDPyê."
Demirtaş wiha axivî: "Me ji Rûsyayê daxwaz nekir ku bira di mizakereyên ku Tirkiye bi kurdan ra dimeşîne bibin çavdêr û ne jî bira midaxeleyî pêvajoyê bibin. Me got ji bo çareserkirina pirsgirên li Rojhilata Navîn girîngiya rola kurdan jî heye û divê ev were nirxandin. Wek mayîn daxwaza me çênebûye ku tevlî pêvajoyê bibin."
- Qeyrana li Sûriyeyê
Demirtaş der barê qeyrana li Sûriyeyê û çêkirina aştiyeke mayînde da jî wiha got: "Di ciyê ku her dewlet ji bo çareseriyê fikra xwe dîkte bike, divê li gor gel, bawerî û nasnameyên herêmê ku her kes tevlî rêvebiriyê bibe, model bên pêkanîn. Divê her kes bi nasname û siyaseta xwe beşdarî konferansan bibe û ji bo aştiyê hewl bide. Wek HDP me fikra xwe ji wan ra got."
- Pêvajoya çareseriyê
Demirtaş li ser pirsa der barê pêvajoya çareseriyê da destnîşan kir ku hêviya me ew e ku hewldanên çareseriyê bikevin asta mizakereyan û wiha got: "Li Tirkiyeyê ev sal û nîvek e hewldan heye ku meseleya kurdan bi rêya diyalogê were çareserkirin. Hêviya me ew e ku hewldanên çareseriyê bikevin asta mizakereyan û naveroka mijarê bi berfirehî were nîqaşkirin. Heger di hefteyên pêş da mizakere dest pê bikin, çi bikeve ser milê me em ê bikin."
- "Em li dijî cimaetan nînin"
Demirtaş li ser pirsa der heqê operasyona "rêxistina paralel" da jî wiha got: "Em li dijî hebûna cimaetan nînin. Cimaetên dînî meşrû ne. Heger cimaet û rêxistinên din sûcdar bin, divê sûcdar werin cezakirin, cimaet neyên sûcdarkirin."
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Moskowayê da bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve û Nûnerê Taybet ê Afrîka û Rojhilata Navîn ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin Mihail Bogdanov ra hat bal hev.
Parlementerê HDPyê yê Wanê Nazmî Gur destnîşan kir ku di hevdîtinê da rewşa li Sûriye û Rojhilata Navîn hat axaftin.
Demirtaş û lijneya pê ra wê îro vegerin Tirkiyeyê.