27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
ANKARA
Ji bo Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demirê ku li Mersînê di qezaya trafîkê de miribû, li ber navenda giştî ya partiyê merasimek hat li dar xistin.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş, Serokê Giştî yê HAK-PARê yê berê Kemal Burkay, jina wî Gulsum Demir û zarokên wî Burkay û Yilmaz Demir, Nunerê Enqereyê yê Partiya Demokrat a Kurdistan Omer Mîranî, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Mesut Tek, ji Herêma Kurdistana Iraqê hin nunerên partiyên siyasî û nunerên saziyên civakî beşdarî merasimê bûn.
Tabuta Demir bi alaya HAK-PARê ve hat nixumandin û alaya Herêma Kurdistana Iraqê jî li ber tabutê hat daliqandin.
Kemal Burkay di merasimê de axivî û got ku ew ji ber mirina Demir pir xemgîn e. Burkay wiha got: "Hevalê Fehmî ne ji bo pere û post siyasetê dikir. Ji bo mirovên mafên wan tê binpêkirin, zor û zilmê dibînin, ji bo gelê kurd, ji bo doza kedkaran tekoşîn dida û di wê rêyê de çû. Em ê wî nedin jibîrkirin."
Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Abdulmenaf Kiran jî got ku Demir di tekoşîna demokrasiyê de neferekî bibawer bû û wiha axivî: "Ew mirovekî dozê bû. Ew şehîdê gelê kurd û şehîdê hêzên demokrasiyê ye."
Cinazê Demir ji bo ku bê definkirin şandin Cîhanbeyliya navçeya Konyayê.
Demirtaş ji bo Demir sersaxî da HAK-PARê û malbata Demir û wiha axivî: "Him tekoşîna ku HAK-PAR dewam dike û him jî wek şexsek tekoşîna Fehmî Demir di serî de ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan bû sedem ku demokrasî xurt bibe. Di dema 12ê îlonê de û piştî wê, wî li hember hemû zilm, koçberî, girtin û êşkenceyan ji tekoşîna xwe gavek jî paş ve neavêtiye. Ji bo me hemûyan mirina mirovekî tekoşînê êşeke mezin e."
Piştî merasima cinazeyê Selahattîn Demirtaş pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirseke "Parlementerê HDPyê Sirri Sureyya Onder di bernameyeke televizyonê de got ku Abdullah Ocalan gotiye ku 'Min mirî bihesibinîn, carek din neyên vir' de hûnê çi bibêjin?" Demirtaş wiha axivî:
"Di hevdîtina dawîn a ku di 5ê nîsanê de wî wiha gotibû: "Li gor hevkirina Dolmabahçeyê çawa ku muzakere dest pê bike û ev hikûmet car din dest bi pêvajoya pevçûnê bikin, îxtimaleke ku êdî wê we neynîn li vir û ew ê bibe hevdîtina me ya dawîn. Ji ber vê jî tiştekî ku ez bikaribim bikim wê nemîne, wisa xuya dike û ev îxtimalek e". Mixabin ew îxtimala ku wî wek endîşe diyar kir, îro li Tirkiyeyê pêk hatiye. Wek hûn dibînin ev 6 û nîv mehin ku bi Îmraliyê re tu hevdîtin tune. Pevçûn hene. Lihevkirina Dolmabahçeyê hat înkarkirin, pê li maseya muzakereyê xistin. Her roj mirin û şer heye û em van êşan re rû bi rû ne. Ev têrê nake hikûmet wek ku ji vê tatmîn nebûye dixwaze li herêma Rojavayê, li herêma kurd a Sûriyeyê şer îlan bike. Beriya hilbijartinê Davutoglu bi serfirazî dibêje ku li wan deran êrîş û mudaxale tên kirin. Ez dixwazim bibêjim ku ev şerm e. PYDyê li hember Tirkiyê tu gef nexwariye, kurdên Sûriyê destê biratiyê û aştiyê dirêjî Tirkiyeyê dikin. Davutoglu şûna ku ÎŞIDê li wir wek dijmin bibîne, PYDyê wek tehdît dibîne û ev jî şerm e. Bila vê baş bizanibe ku her çêlek tê dotin, lê her gotin nayê gotin. Bila Davutoglu ve baş bizanibe."