30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2015
ANKARA
Li ser wefata Serokê Gişkî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demir bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Necatî Bayramê Wekîlê Serokê Gişkî di bernameya ku li Navenda Gişkî ya HAK-PARê hat kirin da axivî û diyar kir ku Demir ji bo ku beşdarî civîna partiyê ya ku di 25ê cotmehê da ewê li Mêrsinê bihata kirin bibe li ser rêya Pozanti-Damlamayê qeza derbas kir, di qezayê da mir û wiha got: "Ew qet newestiya û qasî 40 salî ji bo demokrasî û azadiyan têkoşîn da. Li ku derê tiştekî ji bo gelê me hebûya ew jî li wê derê bû. Piştgirî dida û di avakirinê da ked dida."
Bayram destnîşan kir ku Demir di avakirina Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdan, Kurd Kav û TEKSAVê da pêşîkêşî kir û wiha pê da çû: "Di xerca hemû diwarên ku ji bo hiqûq û heqê mirovan hatin danîn û bûn dengê hemû mezlûman da keda wî heye. Bû avakerê û rêveberê HAK-PAR û paşê jî bû serokê wê. Em carekê dîsa Serokê me yê Gişkî Birêz Fehmî Demirê bi şeref û heysiyet bi bîr tînin."
Bayram ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serkomarê Iraqê yê berê Celal Telebanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî û hemû siyasetmedarên ku serxweşî dan an ra sipas kir.