21 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "(Li Îdlibê) MÎT, Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Taybet bi hev ra bi Rûsan ra li ser mijarên qadeke 15-20 kîlomêtroqere ya ji çekan hatiye paqijkirin wê çawa bê avakirin, hêzên terorê wê çawa ji herêmê bên derxistin û pasîfîzekirin û çek çawa bên komkirin û rêbazê tesbît bikin li qadê dixebitin."
"Em dixwazin nexşerêya Minbicê wekî hatiye plankirin bêyî ku bi derengî bikeve bi cî were."
"Tirkiye di pêşengiya Birêz Serokomarê me da dîplomasiya aştiyê ya kurewî dimeşîne û divê raya navneteweyî jî berpirsyariya xwe ya siyasî û însanî bi cî bîne."
"Li dervayî welêt operasyonên MÎTê û saziyên eleqedar yên dijî rêxistinên terorê wê bi biryardarî dewam bikin."
"Rêxistinên terorê kîjan rêbazê diemilînin bira biemilînin û li qadê bi kê ra hevkariyê bikin jî wê ji ber sûcên dijî Tirkiyeyê bersiva xwe hildin û bên cezakirin."
"Rast û adilane nîne ku hemû barên meseleya Sûriyeyê, mijara Îdlibê û şerê dijî terorê bidin ser milên Tirkiyeyê. Ev nayê qebûlkirin."
"Wekî mijara Reyhanliyê salek yan jî 3 sal û 5 sal bi şûn da be jî kesên dijî Tirkiyeyê sûc kirine miheqeq wê derkevin ber edaletê. Ev ji bo hemû rêxistinên terorê ye û ji vir ez dixwazin bi eşkereyî bibêjim."
"(12 ciyên çavdêriyê yên li Îdlibê) Mesele jimar nîne, lê di warê teqwiyeyê da em ê ji vir pê da jî gavên hewce dikin biavêjin."
"Nexşerêya Minbicê peymaneke girîng e, em li ser vê ne, çi hewce dike em ê bikin. Lêbelê di heman demê da angajmana bi YPG û PYDyê ra ya rêveberiya Amerîkayê dewam dike, ev jî ji bo me sedema fikaran e."
"Ji aliyekî va nexşerêya Minbicê pêk tînin ji aliyê din va jî piştgiriya sîlahan, fînansê, siyasî, medyayê ya didin YPG û PYDyê didomînin, ev tu carê nayê qebûlkirin."
"Komara Tirkiyeyê wê destûrê nede ku FETO bi rehetî tevbigere. Divê her kes vê bizanibe."
"(Firariyên FETOyê) Tirsa dewleta Komara Tirkiyeyê ew ê her tim di dilê wan da be."
"(Daxuyaniyên Bahçelî) Gorî rihê îtifaqê nîşan dide ku ber bi hilbijartinê va planan rast dikin û em ji ber van daxuyaniyan kêfxweş in."
"(Hevdîtina Erdogan-Bahçelî) Piştî vegera ji Amerîkayê îhtimal heye careke din bê rojevê."
"(Li Minbicê) Xebatên ji bo dewriyeya hevpar dewam dikin. Artêşa Tirkiyeyê bi hevtayên xwe yên Amerîkayê ra li qadê vê kordîne dikin. Di demeke nêz da hem dewriyeyên hevpar hem jî perwerdeya hevpar ew ê dest pê bikin."