MECLIS
Hevserokên Gişkî yên HDP, DTK û DBPyê û Hevberdevkên wan Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Hatîp Dîcle, Selma Irmak, Kamuran Yuksek, Emîne Ayna, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu di daxuyani ya xwe ya hevpar de wiha bang kirin: "Divê tu kes li tu cihekî li dijî hev dev neavêja tundiyê, şidetê bi kar neyne."
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bûyerên Kobanêyê û der barê wê de wiha gotin:
"Em dixwazin ku der barê tehdîdên li dijî gelên me yên li derveyî welêt û hundirê welêt de bi hikûmetê re bixebitin û çareser bikin. Em carekê disa balê dikişînin ku Kobanê bi tenê ji aliyê Tirkiyeyê re dikare bîna xwe bide, ev zehf girîng e û divê deriyên vê derê her tim vekirî bin. Hin caran tengasî derdikevin lê belê amûrên alîkariyê û birîndar ji deriyê Murşîtpinarê re derbas dibin. Em vê wek helwesteke baş dibînin û ji bo me girîng e. Ji bo ku alîkariyê bidin Kobanêyê divê pêbaweriya dualî hebe, divê her kes tevkariyê bide. Navenda van bûyerên ku derketin Kobanê ye. Ji bo ku rewşa li wê derê bê çareserkirin em dixebitin ku têkiliyên bi aqlê selîm û diyalogê ava bikin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatî ji bo ku Kobanêyê bînin rojevê û lê xweyî derkevin derketin kuçe û kolanan ev tiştekî bimane ye û wiha hat gotin: "Lê belê em dibînin ku hin kes li hêviyê bûne ku welatî derkevin derve û xwe ji berê ve amade kirine û wek firsendekê dixwazin ku di navbera welatiyan de şer derkeve. Em nizanin ku ev kî ne, lê em dizanin ku ev kes kesên ku barê pêvajoya çareseriyê dane ser milên xwe nînin."