TRABZON
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Trabzonê Parka Meydanê xîtabî gel kir.
Serokomar Erdogan got: "Ez bi awayekî eşkere ji hemû welêt, gel û dinyayê re dibêjim. Tirkiye di pevçûnên li herêmê didomin de tu aliyî nagire. Tirkiye ne li dijî tu mezheb û neteweyê ye û ne jî alîgirê wan e. Ji destpêka bûyeran û vir ve me alîgiriya aştî û diyalogê kir. Me her tim xwest ku mirov di nav azadî û emniyetê de bijîn."
Erdogan der heqê bûyerên li Tirkiyeyê de jî wiha axivî: "Ew vandal, ew talankar, ew xaînên ku êrîşî alaya tirkan kirin wê bên dîtin, hesabê van wê ji wan bê pirsîn. Tirkiye welatekî wisa nîne ku polîtîkaya xwe ya navxweyî û ya derve li gor xwepêşanên tundiyê yên serseriyên kûçeyan kifş bike. Bila ew û efendiyên wan bizanibin ku Tirkiye ji xwepêşanên kuçeyan natirse û îstiqameta xwe naguhere. Tirkiye welatekî wisa nîne. Tirkiye wê li hember vê vandaliyê çok venede, îro veneda, wê siberoj jî venede.
Ez hemû gel dewet dikim ku li hemberî van bûyeran bi aqlê selîm tevbigerin, lewra defik diyar e. Ev kerwan, kerwana aştiyê ye. Kê vê kerwanê tehdît bike, li hemberî wan hiqûq wê xurtir bibe."
Erdogan der heqê pêvajoya çareseriyê de jî wiha got:
"Ev nayê wê meneyê ku em ê di pêvajoya çareseriyê de li hember deşilqadiyan bê deng bimînin. Nayê wê meneyê ku di pêvajoya çareseriyê de wê misamaha ji nameşrû û îlegalîteyê re bê nîşandan. Pêvajoya çareseriyê çokvedan nîne, ji ber gefan paşvekişîn nîne. Heke hin kesan ji pêvajoyê ev tişt fêm kiribin, ew di nav şaşitiyê de ne. Min ji bo pêvajoya çareseriyê, pêvajoya biratiyê xwîna xwe kir kevçî. Ji bo ev pêvajo bidome û biratiya 77 milyonî çêbibe, aştî û hizûr tesîs bibe, ez ê heta mirinê têkoşînê bidim."