04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Washîngtonê di bernameyeke beşdar bû de got: "Li rojhilatê Feratê der barê Minbîcê de heke wek du wezîr me sibê biryar da, emê vê bikin rewacê. Di têkiliyên dualî de ev dikare bibe asteke nû."
Çavuşogluyê ku ji bo bi hemtayê xwe yê Amerîkî Mîke Pompeo ra hevdîtinê bike hat Washîngtona paytextê Amerîkayê li vir beşdarî fitara Komîteya Beralîkirina Netweyî ya Tirk-Amerîkan bû.
- "Ev dikare bibe asteke nû"
Wezîr Çavuşoglu pirsên der barê rojevê de bersivandin û got: "Li rojhilatê Feratê der barê Minbîcê de heke wek du wezîr me sibê biryar da, emê vê bikin rewacê. Di têkiliyên dualî de ev dikare bibe asteke nû."
Çavuşoglu got li Kongreya Amerîkayê di mijara F-35an de li dijî Tirkiyeyê tevgerek heye û wiha dewam kir: "Di mijara S-400î de jî di navbera me û Amerîkayê de rageşiyek heye. Ewil me xwest em ji Amerîkayê û mutefîqên xwe van sîsteman hildin, lê nefirotin me. Me jî ji Rûsyayê kirî. Heke Amerîka bixwaze bifroşe me, em dixwazin ji mutefîqên xwe bikirin."
- "Em li Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî dixebitin"
Li ser pirseke pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de jî Çavuşoglu got Amerîka piştgiriyê dide PKK/PYDya rêxistina terorê û wiha dewam kir: "Em li Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî dixebitin. Em hemû hewldanên ku dixwazin Sûriyeyê perçe bikin red dikin."
Di mijara Qudsê de jî Çavuşoglu got hin welatên Misilman bi têra xwe çalak nînin, lê Tirkiye wê tu caran Qudsê tenê nehêle û wê ji bo mafên ummetê têkoşînê bide.
Ji bo teslîmkirina Fetullah Gulenê Serokê FETOya rêxistina terorê jî Çavuşoglu got ewê bi hemtayê xwe Pompeo ra li ser vê mijarê bi taybet biaxive.