Türkan Tosun
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
WASHINGTON
Hevdîtina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û hemtayê wî yê Amerîkî Mîke Pompeo li Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê dest pê kir.
Çavuşogluyê ku duh ji bo hevdîtinê hatibû Washîngtona paytextê Amerîkayê, îro serê sibê hat Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê.
Herdu wezîr dema ketin salona ku civîn wê çêbibe, destûr dan ku çapemenî wêne û dîmenên wan bikşîne, lê tu daxuyanî nedan.
Tê çaverêkirin ku herdu wezîr di hevdîtinê de zêdetir li ser mijarên Minbicê û teslîmkirina Fetullah Gulenê Serokê Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) biaxivin.
Wezîr Çavuşoglu gotibû heke li ser Minbicê ew mutabiq bimînin, ewê bikeve rewacê û di têkiliyên di navbera herdu welatan de jî ev wê bibe asteke nû.