Aykut Yılmaz
03 Adar 2023•Rojanekirin: 03 Adar 2023
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li ser daxuyaniyên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê got: "Qet meraq nekin, her tişt wê hel bibe. Em di rêya xwe da dimeşin."
Kiliçdaroglu ji bo Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş ziyaret bike hat Meclisê û piştî hevdîtinê jî derbasî odeya xwe bû. Kiliçdaroglu demekê li odeya xwe ma û dema ji Meclisê veqete jî pirsa rojnamegeran bersivand.
Kiliçdaroglu der heqê daxuyaniyên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Akşenerê da got: "Qet meraq nekin, her tişt wê hel bibe. Em di rêya xwe da dimeşin."
Kiliçdaroglu piştî axaftinê ji Meclisê derket û çû.