Kiliçdaroglû ji Mehmet Ezerê 10 salî yê ku di bûyerên piştî mitînga BDPyê yên li navçeya Farqîna Diyarbekirê derket de ji serê xwe birîndar bû re got derbasî be.
Kiliçdaroğlu, li ser bibîrxistina îdîaya îtifaqa di nav bera HDP û CHPyê de wiha got: "Hevalên me yên HDPyî hatin. Em bi hevdure rûniştin axivîn. Gotin em hekariyê bikin. Lê belê ji xwe li gorî Zagonên Partiyên Siyasî hevkariya partiyên siyasî neguncan e. Min ev ji wan re jî got. Ev hevdîtineke taybet bû, lê pişt re ji kamuyê re jî eşkere kirin. Gotin: 'Em çûn me hevdîtin kir. Em partiyên qanûnî ne, helbet em dikarin hevdîtinan bikin. Pirsgirêk li ser we çima hevdîtin kir û nekir nîne. Em ê bi hev du re rûnên hevdîtinan bikin, li gor zagonên heyî diyar e ku hevkariyek pêkan nîne."
Kiliçdarogkû got ku dikarin me rexne bikin lê "Em partiya desthilatdar nînin, partiya muxalif in. Gelo hev du rexnekirina du partiyên muxalif bi kêrî kê tê? Bi kêrî desthilatê tê. Em bawerin ku HDPyê bi desthilatdariyê re hevkariyê dike. Em bawerin ku bi Kadîr Topbaş re hevkariyê dike."
Kiliçdaroglû dîtinên xwe yên derbarê cemaetê de jî anî ziman û wiha dewam kir:
"Em tu caran li dijî civîna hin komên bawermend nebûn. Bixwazî navên wan cemiyet be, bixwazî cemaet û terîqat be; çi dibe bila bibe di encamê de ev mirov têne gel hev. Baweriyeke wan a hevpar heye. Li gor baweriya xwe dicivin û îbadet dikin. Em aleqeya xwe bi baweriya wan nakin. Ez car din dixwazim bînim ziman ku em hin bawermendên ku dema xizmeta kamuyê dikin, baweriya xwe derdixine pêş û bawermandên din tune dihesibînin napejirînin. Em wekheviya hemû welatiyan dixwazin."
- Çareseriya pirsgirêka kurd di destê saziya siyasetê de ye
Kiliçdaroglû li ser pirsa "Hûn peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan çawa dinirxînin? CHP dê derbarê pirsgirêka kurd de çi bike?" got ku hetanî ji sedî 10 benda hilbijartinê neyê rakirin, birêvebirina pêvajoyê pêkan nîne û wiha dewam kir: "Dema ku me wiha got, em rexne kirin. Min telîmat da hevalên xwe, me derbarê hemû pêşniyarên xwe de pêşnumayên xwe yên qanûnî amade kir û radestî serokatiya TBMMyê kir. Min got ku cihê çareserkirina pirsgirêkê parlamentoye. Gelo dê pirsgirêk li ku derê bê çareserkirin?"
Kiliçdaroglû destnîşankir ku divê siyasetê vê pirsgirêkê çareser bike, divê cihê çareseriya pirsgirêkê jî parlamento be. Kiliçdaroglû got ku hemû şert û mercan li ber çav girtine û li gorî wan pêşniyarên xwe amade kirine û pêşkêş kirine.