ANKARA
1emîn Kongreya Mezin a Derasayî a AK Partiyê li Ankara Arenayê dewam dike.
Piştî ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi dengên gel ve bû serokomar, AK Partiyê xwe ji bo kongreya derasayî amade kir û biryar da ku kongre dê di 27ê tebaxê de yanî îro li Ankara Arenayê bicive.
Di kongreyê de ji bo serokwezîrtiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê yek namzed heye û ew jî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ye.
Ji ber vê jî di rojava civîna ku îro tê kirin de bi tenê madeyek heye û li ser wê dê xebat bên kirin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan cara dawîn wek Serokê Giştî beşdarî civînê bû. Erdogan beriya ku bikeve Ankara Arenayê li ber deriyê salonê bangî gel kir.
Piştî xêrxwazî û hêviyan, hilbijartina Serokê Giştî dê dest pê bike û piştî ku Serokê Giştî hat hilbijartin dê biaxive û bernameyê jî biqede.