ANKARA
Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir.
Kongre li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali tê kirin. "Ev hê destpêk e" jîdirûşmeya kongreyê ye.
Di salonê de pankartên ku li serê dirûşmeyên bi kurdî û tirkî hene hatine dalqandin. Ji bilî rêveberên HDPê hin rêvebir û parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de rêvebirên partiyê dê bên hilbijartin û destûrname jî dê ji nû ve bê eşkerekirin.