TBMM
Meclis vê heftê dê li ser veguherîna navên ku di "Pakêta Demokratîkbûnê" de cih girtibûn bixebite.
Lijneya Giştî ya TBMMyê vê heftê ji ber Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê dê bi tenê du rojan bixebite.
Verastkirina ku îmzeya parlementerên AK Partiyê li ser e û di çarçoveya "Pakêta Demokratîkbûnê" de dê vê heftê bê Lijneya Giştî ya Meclisê.
Hevdîtinên li ser pêşniyara qanûna ku navê Zanîngeha Nevşehîrê dê veguherîne, bike Haci Bektaşi Velî û navê navçeya Aydinlara li ser Sîîrtê jî bike Tîllo, di 30 û 31ê cotmehê de di Lijneya Giştî ya Meclisê de dê bên kirin.