29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got: "Li vî welatî êdî kî hizûra me xirab bike wê bedelê wê bide, ev mesele êdî kesin e û bi vir de wê de nayê kişandin."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongre û Çanda Gel Beştepeyê beşdarî "Bernameya Ji bo Tirkiyeke Baş Helbet Erê" bû û wiha xeberda: "Bi hêza ku me ji gel stand û desthilata ji qanûna bingehîn girt va êdî heyameke din dest pê dike. Dibê serokomar ji sedî 50+1ê rayan bistîne ku bibe serokomarê gel. Yek jî dibêje; 'Desthilata wî ya fesixkirina Meclisê heye'. Desthilata Serokomar tune ku Meclisê Fesix bike. Tiştekê wisa tune. Ev gişk derew in."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Di têkoşîna dijî terorê da Tirkiyeyeke ji berê xweştir ew ê derkeve. Em niha firsendê nadin terorê, em ketin şikeftên wan. Li çiyayên Tendûrekê, Cûdî, Gabarê û Çemê Beslerê em ketin şikeft û stargehên wan. Bi tenê li nav welêt na, li Cerablus, Raî, Dabiq, Baba Sûriyeyê em DEAŞ û PYDyê paqij dikin û di rêya xwe da dimeşin.
Ez li kesên dibêjin 'na' dinihêrim, kî dibêje 'na'? Serekê rêxistina terorî yê li Îmraliyê dibêje. Kî dibêje? Serekên terorîstan yên li Qendîlê ne dibêjin. Serokê mixalefeta sereke jî bi wan re tevdigere. Ev qet nayê fehmkirin. Gotineke me ya xweş heye, her kes bi hezkiriyê xwe ra ye.
Wê li ber avahiya parlementoyê ya Swîsreyê postereke terikî daliqînin, çekê bidin eniyê û li wê derê di nezareta polêsan da rêxistinên terorê wê meşa xwe bikin û dengê rêvebiriya Swîsreyê qet derneyê. Qet ne girîng e. Em bi milletê xwe ra hatin van deran, em bi milletê xwe ra dimeşin. Em bi van ra nehatin."