VAN
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş got: "Ji bo silameta lêpirsînê lazim bû ku di serî de îstifa bikirina"
Demîrtaş ji bo ku namzetên BDPê yên şaredariyê diyar bike hat Wanê. Îstifaya wezîrên ku piştî operasyonên li Îstanbûlê hatin kirin nirxand û diyar kir ku wezîr ji bo îstifayê dereng man û wiha dewam kir: "Lewra ew di îcrayê de, di meqamê birêvebirinê de cih digrin. Operasyoneke bertîliyê ku zarokê wan jî di nav de bû hat lidarxistin. Şaxeke ku girêdayiyê wan bû lêpirsîn didomand. Yanî hêzên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî lêpirsînê dikin. Ji ber vê jî ji bo silameta lêpirsînê divê wan roja ewil îstifa bikira. Yanî dereng jî man. Tevgera hikûmetê ya ewil, wek ku rê li ber lêpirsînê bigire hat fehmkirin. Lê dîsa jî îstifa kirina wan tevgereke rast e. Wezîrên din yên ku navê wan derbas dibe jî, divê îstifa bikin. Yanî ev nayê wê wateyê ku wezîr guherîn û ew ê lêpirsîn çêtir bidome."