ANKARA
Di seroktiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de li Avahiya Fermî dê civîna ewlekariyê were lidarxistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên serokwezîrtiyê hat wergirtin Erdogan, piştî vegera xwe ya ji Gazîantepê dema ku gihîşt Enqereyê dê derbasî Avahiya Fermî bibe û li vir dê seroktiya civîna ewlekariyê bike. Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Serokê 2yemînê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Qûmandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Servet Yoruk, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, Misteşarê Serokwezîrtiyê Fahrî Kasirga û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan dê beşdarî civînê bibin.
Tê hêvîkirin ku di serî de Iraq dê di civînê de rûdanên dawîn ên li herêmê bên nirxandin.
Hat ragihandin ku civîn ji pêş de hatiye plankirin.