Li Serkonsolosxaneya Melbourneyê ya Tirkiyeyê di odeyekê de ji bo dengdayînê ber destê sibê sindoq hatin amadekirin. Piştî ku hemû amadehî bi dawî bûn dengdayînê dest pê kir.
Ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku dê di hilbijartina Serokomariyê ya Tirkiyeyê de raya xwe bidin li paytext Canberra û bajarên Sydney û Melbourneyê sindoq hatin danîn. Dengdayînê di saet 08.00an de dest pê kir û heta welatiyên tirk ên ku nasnameya xwe îbraz bikin û navê xwe di lîsteyên ku hatine daliqandin de bibînin dê raya xwe bidin.
Ji bilî Awistralyayê li Çîn û Almanyayê jî hemwelatiyên Tirkiyeyê dikarin ji bo hilbijartina Serokomariyê raya xwe bidin. Li Çînê jî dengdayînê di saet 08.00an de dest pê kir û dê heta 17.00an dewam bike.
Li Çînê sindoqên hilbijartina serokomariyê li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Pekînê, Serkonsolosxaneya Şangayê ya Tirkiyeyê û Konsolosxaneya Guangcouyê hatin bicihkirin.
Li Almanyayê ji ber ku hemwelatiyên Tirkiyeyê gelek in dengdayîn dê heta 3yê tebaxê dê bidome.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji bo welatên wek Almanya, DYA, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Hollanda, Îsraîl, Swîsre, Îtalya, Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur, Libnan, Norwêc, Romanya, Erebîstana Siûdî û Tirkmenistanê biryar da ku dengdayîna ji bo hilbijartina serokomariyê îro dest pê bike û heta 3yê tebaxê bidome.
Li Qanada, Awistralya û Rûsyayê jî dengdayînê îro dest pê kir û heta 2yê tebaxê dê bidome, li Qazakistan û Bulgaristanê jî di navbera 1 û 3yê tebaxê de dê deng bên dayîn.