ÎSTANBÛL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokwezîriyê bi nûnerên cimaetên kêmnetewe ên ji dînên din re di firavînê de hat bal hev û li vê derê axivî.
Davutoglu di axaftina xwe de Şeva Mewlûdê ya misilmanan pîroz kir, rojên cejna Noelê ya xiristiynên katolîk û cejna Hanûkayê ya cihûyan ku derbas bûn bi bîr xist û qala cejna Noelê ya ku hefta pêş me jî xiristiyanên Ortodoks dê pîroz bikin kir û wiha got: "Bi rastî jî ev 2 hefteyên cejnê bi awayekî baş nîşan didin ku kevneşopiya Îbrahîmî çawa li bal hev disekinin, bi hevdu re li bajar, navçe û bajarok û seranserê vî welatî kok vedane radixe ber çavan."
Davutoglu destnîşan kir ku Stenbol bajarekî qedîm ê ku gelek nijad, dîn, kes, çand û cihêtiyan di nav xwe de dihewîne û wiha dewam kir: "Ev tabloya ku him di nav xwe de spartina dînan him çand û him jî kevneşopiyan dihewîne ji bo me dîmenekî gelekî xweş e. Ji aliyê din ve jî ji bo welatîtiya wekhev ev tablo girîng e. Me tu carê ji bo welatiyên xwe ji bilî welatîtiyê tu cihêtiyeke din dernexist pêş û nekir navbera welatiyên xwe. Can, mal, namûs, heşê welatiyê me ji bo me ezîz e û bawerî, mezheb û nijada wî çi dibe bila be ji bo me hemû welatiyên me ezîz in."
Serokwezîr ragihand ku ew ji bo xîmên gerdûnî yên welatîtiya wekhev di rêmana modern de bi cih bikin, hewl didin û dixwazin ku li ser xîmên sereke yên dewletê bi awayekî baş bijîn.
"Ji niha pê ve prensîba welatîtiya wekhev dê bibe şîara me ya bingehîn"
Serokwezîr Davutoglu da zanîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di dema desthilatdariya xwe de ji bo bicihbûna van xîmên hanê gelekî hewl daye û wiha got: "Hûn hemû jî şahidê van tiştan in. Bi îadeya malên weqfan ve prensîba welatîtiya wekhev dê ji niha bi şûnde jî bibe şîara me ya bingehîn."