ÎSTANBÛL
Di civîna ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi nûnerên cemeatên xeyrîmusliman re kir de hat ragihandin biryar hat dayîn ku li Yeşîlkoyê dêreke nû bê çêkirin û bi vî awayî dê di dîroka komarê de tişteke nekirî bê kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîrtiyê hatin bidestxistin, civîn li Ofîsa Xebatê ya li Dolmabahçeyê hat kirin û Serokwezîr Davutoglu di civînê de pêşî guh da mêvanên xwe.
Nûnerên kêmneteweyên dînî yek bi yek axivîn û qal kirin ku di nav 10 salan de li Tirkiyeyê nêrîna li ser kêmneteweyan guherî û ji neyîniyên ku di heyamên berê de qewimîn mînak dan.
Weka mînakên neyînê ev nîşan dan; destûr nedihat dayîn ku kesekî ji sinifa papaz an jî rûhbanan di dibistanên kêmneteweyan de dersê bide, pasaport nedidan van kesan, dema ku didan jî herî zêde ji bo 6 mehan didan, dêr wek sînema an jî bi armancên din dihatin bikaranîn.
Ji bo geşedanên erênî jî ev hatin nîşandan; li Îskenderûnê dêrekî ku wek sînema dihat bikaranîn hat restorekirin û dan cemeata ermeniyan.
Hikûmetê di heman demê de ji bo ku vegerin bangî kesên ku koçî derveyî welêt kir û nûneran kêxweşiya xwe ya ji ber vê yekê anîn ziman. Dema ku ji bo kesên ku derveyî welêt tên deriyan vedikin ferq dîn û mezhebê nakin û ji suryanî û keldaniyan mînak dan û spas kirin.
Serokwezîr Davutoglu jî got dema ku qala cemeatên xeyrêmuslim dikin nirxandinên wekî ku têkiliya wan bi "welatek din re heye" tên kirin û ev yek xelet e û diyar kir ku her kesê li maseyê welatiyên wekhev û yên Komara Tirkiyeyê bi xwe ne.
-Di civînê de biryara dêrekî nû hat dayîn
Hat diyarkirin ku di civînê de ji bilî restorasyon û îadeya yên kevin, biryar hat dayîn ku di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil dêrekî nû bê çêkirni. Li gor vê yekê dê cemeata suryaniyan li Yeşîlyûrtê dêrekî çêke. Dewlet jî dê eraziya dêrê tehsîs bike.