Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistana Iraqê Ferîd Esesert der heqê "krîza serokatiyê" ya li Herêma Kurdistana Iraqê de got ku hevdîtinên partiyên siyasî ber bi encameke erênî naherikin.
Esesertê ku di heman demê de yek ji rêveberên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got, "Di hevdîtinan de partiyan pir hindik mesafe hildan. Pêşniyazên çareseriyê ji hev dûr in. Hema bêje mijareke ku li ser bi hev kirine tuneye."
Esesert destnîşan kir ku ew li ser navê YNKyê beşdarî civîna roja yekşemê bû û wiha qal kir, "Ez dikarim bêjim ku tabloyeke xweşbînî tunebû. Biqasî ku min dît civînên partiyên siyasî ber bi encameke erênî naherikin. Hin alî hewl û pêşniyazên erênî pêşkêş dikin, lêbelê bi giştî rewş pak nîne."
Esesert bal kişand ku nîqaşên hilbijartina serokatiyê di 3 madeyan de asê dibin û wiha pê de çû, "Ya yekê yasaya serokatiyê ye, ya duyê erkên serokê herêmê ye û ya sêyê jî awayê hilbijartina serokatiyê ye. Bingeha pirsgirêkê jî ew e ku ka serok gelo dê ji aliyê parlementoyê ve an ji aliyê gel ve were hilbijartin. Heta vê gavê li ser van xalan lihevkirinek derneket holê."
- Îhtimala hilbijartina pêşwext
Esesert îdia kir ku hersê vebijêrkên ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tên pêşniyazkirin, îşaretê bal bi hilbijartina pêşwext dikin û wiha xeberda:
"Bi destê gel va bijartina serokê herêmê, du salên din dirêjkirina heyama peywira Barzanî û bi rêya referandûmê va çareserkirina krîza serokatiyê eynî tişt in. Pêşniyazên PDKyê îşaretê hilbijartina pêşwext dikin. Ango îhtimala hilbijartina pêşwext bêtir derdikeve pêş."
Pênc partiyên siyasî yên mezin ên li HKIyê PDK, YNK, Tevgera Goran, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) û Partiya Komeleya Îslamî (Komel) ji bo çareserkirina "krîza serokatiyê" di demên cuda de 6 caran li hev civiyan. Lêbelê ji hevdîtinan tu çareserî derneket. Serokê Dîwana Serokatiyê ya HKIyê Fûad Huseyîn ê ku pêşengiya hevîdtinan dike destnîşan kiribû ku civîna din dê di 6ê îlonê roja yekşemê pêk were.