Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş got: "Li Bexdayê 18 welatiyên me yên ku di fîrmayeke mitehîdiyê ya tirk de dixebitîn, hatin revandin. Hevdîtinên me yên bi meqamên Iraqê re dewam dikin. Meqamên Iraqê jî hê tespît nekirine ku ev bûyer çawa û bi destê kê hatiye kirin."
- Avêtin ser şantiyeya înşeata stadyumê
Li gor daxuyaniya Nurol Holdîngê hat diyarkirin ku li herêma Sadra Bexdayê di ser şantiyeya înşeata stadyumê da girtin û bi darê zorê 18 personelên ji Tirkiyeyê hatin revandin.
Hat destnîşankirin ku di saet 03.00an da kesên nenas ku cilên leşkeran li xwe kiribûn di ser şantiyeyê da girtin. Hat destnîşankirin ku di ode û ofîsên şantiyeyê da lêgerîn kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku demildest agahî dane hêzên ewlehiyê yên herêmî û Wezareta Karên Derva û wiha hat gotin: "Em hewl didin ku mesele zelal bibe û bi sax û silametî personel bên dîtin."
Li gor agahiyên ku çavkaniyên Wezareta Karên Derva da nûçegihanê AAyê, hat destnîşankirin ku Balyozxaneya Bexdayê û meqamên ewlehiya Iraqê di nav pêwendiyan da ne.