Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya cejnê de wiha got: "Li herêmê qeyran hene û em nikarin bêdeng bisekinin."
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi minasebeta Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê weşand.
Serokomar Erdogan di peyama xwe de got ku welatiyên min ê ezîz, ez cejna we ya Qurbanê ji dil û can pîroz û bimbarek dikim û wiha dewam kir: "Cejna Qurbanê bila di serî de ji welatê me re û ji alema Îslamê re bibe wesîleya xêr û xweşiyan."
Serokomar Erdogan di peyama xwe de wiha got: "Li erdnîgariya nêzî me xwîn diherike û birayên me di bin zilmê de ne, xizanî bi her awayî didome, em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê bila merhemet û wijdanê bîne bîra her kesî. Hemd ji Xwedê re em wek Tirkiye, ji qeyranên li herêmê dûr in û di nav ewlehiyê de pêşeroja xwe ava dikin û em ê vê meşa xwe bidomînin. Em wek dewlet û milet ber bi pirojeyeke aram ve dimeşin, lê em êş û janên mezin ên ku li herêm diqewimin di dilê xwe de hîs dikin û parve dikin. Em hêvî û daxwaz dikin ku çawa zarokên me di cejnê de kêf dikin, wisa jî zarokên dewlet û gelên din jî heman kêfxweşiyê bijîn."
Erdogan destnîşan kir ku aboriya Tirkiyeyê mezin dibe, bi hêz dibe û ber bi armancên xwe yên 2023yan ve diçe û wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê wê yekîtî û biratiya me bi hêz bike. Digel hewldanên ji bo sabotajê dîsa jî dimeşe. Tirkiye ji prangayên xwe xilas dibe û ber bi pêşerojeke ronî ve diçe û ava dike."
Serokomar Erdogan di berdewamiyê de wiha got: "Tirkiyeya nû tê avakirin û ber bi pêşerojeke pak ve diçe, di vê pêvajoya xweş de wê 77 milyonê biratî û yekîtiya xwe bi hêz bike."