Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Armanca me ya sereke ew e ku em li 81 bajarên xwe hizûr û aramiya 77 milyon welatiyên xwe pêk bînin. Di serî de cînar û xizmên xwe em dixwazin xizmeta mirovahiyê bikin. Parastina hiqûqa însanan wezîfeya me ya pîroz e."
Serokwezîr Davutoglu di peyama xwe ya Eyda Qurbanê de destnîşan kir ku Tirkiye bi çanda xwe ya demokrasiyê, bi aboriya xwe, bi hesta yekîtî û hevkariya xurt û bi alîkariya ku dide ji bo herêmê hêvî ye."
Davutoglu di peyama xwe de diyar kir ku nêzî 7 milyon penaberî welatên xwe terikandin û xwe sipartin Tirkiyeyê û got ku hejmara penaberên li Tirkiyeyê ji milyon û nîvekê derbas bûn û wiha dewam kir: "Bi vê wesîleyê înşaellah em ê alîkariya êtîm, xizan û penaberên welatê xwe, Sûriye, Iraq, Myanmar, Xeze, Nîjer û Somaliyê bikin."