08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê êrîşa ku DAEŞê bir ser kampa Başîkayê de got: "Di eskerên me yên li kampa Başîkayê heta niha tu rewşeke neyinî tune. Ji aliyê ewlehiyê ve jî tu geşedaneke neyinî neqewimiye. Duh û beriya wê jî dema ku hin êrîşên cihê çêbûn hêzên me yên çekdar demildest muqabele dan û di cezadarkirinên hewcedar de dema ku hewce dike berê xwe didin terorîstan."
Davutoglu ragihand kar û barên ku tên kirin tenê li dijî DAEŞê ne û wiha pê de çû: "Heger dema ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê bikaribe hemû axa xwe kontrol bike, wê pêwîstî nemîne ku Tirkiye li wir be."
Ji axaftina Davutoglu hin sernav:
"Ew kesên ku rexne li me dikirin û digotin Tirkiye li hemberî DAEŞê tam tênakoşe niha jî li hemberî DAEŞê ew hewl û xebatên me yên ji bo perwerdekirina iraqiyên ku wê di hêla Mûsilê de bi tesîr bin ji ber wê me rexne dikin. Me di hêla terorê de tu carê tawîz neda û heta dawiyê em rêzê nîşanî yekîtî û bihevretiya axa Iraqê didin. Hebûna me ya li wê derê ji bo yekîtiya axa Iraqê û serdestiya wê ye.
Ji vir pê da wê kar û bar bi destê Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman bên meşandin. Wî jî do daxuyanî da. Bangî partiyan kir ku endam bidin Komisyona destûra bingehîn. Em ê jî wek AK Partî bi lijneyên eleqedar ra nirxandinên xwe bikin û hevalên xwe eşkere bikin. Peyra jî em ê pêşkêşî Serokê Meclisê bikin. Em ê hefteya bê di civîna MYKyê da vê bi hev bişêwerin û pêşkêş bikin.
Me helwesta xwe bi awayekî eşkere ragihand aliyê Amerîkayê. Parametreyên vê helwestê diyar in. Yek; Tirkiye dijî fealiyetên terorîstên navneteweyî bi civaka navneteweyî, koalîsyona navneteweyî, hikûmeta Iraqê re hewl dide. Du; hebûna me ya li Başîkayê encameke tabiî ya vê hewldanê ye û tenê dijî terorîstan e. Sê; xilaskirina Mûsilê, Iraqa Bakur, ji bo Tirkiyeyê jî qadeke ewlehiyê ya neteweyî ye. Ji ber ku hebûna PKK û DAEŞê ji welatekî din bêtir Tirkiyeyê tehdît dike. Çar; ev fealiyet hemû di çarçoveya rêzgirtina yekîtiya axa Iraqê û desthilatdariya Iraqê de tên kirin, tu rojekeve wê ya din, armanceke wê ya veşartî tune."