Peywira avakirina hikûmetê dabûn destê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî. Barzanî lîsteya wezîran a ku ji 19 wezîran pêk dihat ji bo dengdayînê pêşkêşî meclisê kir û 111 parlementerên di meclisê de beşdarî dengdayînê bûn.
Piştî dengdayînê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubat Talabanî û wezîran sond xwarin. Sînan Çelebiyê ku wek Wezîrê Dadê hat hilbijartin, metna sondxwarinê him bi kurdî û him jî bi tirkî xwend.
- Hikûmeteke berfireh
Hemû partiyên ku di meclisê de parlementerên wan hene beşdarî hikûmetê bûn. Îcar Tevgera Goran jî tevlî hikûmeta berê ya ji PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêk dihat, bû. Di hikûmeta nû de Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) ya ku xwediyê 10 parlementeran e, Partiya Civaka Îslamî (Komel) ya ku xwediyê 6 parlementeran e û kêmnetewan cih girtin. Di kabîneya 8emîn de hemû partî û komên kêmnetewan bi wezîran tên temsilkirin. Tirkmenên ku berê Wezareta Ticaret û Pîşesaziyê di destê wan de bû, îcar Wezareta Dadê bi dest xistin. Partiyên tirkmenan ên ku di meclisê de bi 5 parlementeran tên temsilkirin, Sînan Çelebî wek Wezîrê Dadê hilbijartin.
Di hikûmeta nû de wezîfedarkirin wiha ye:
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubat Talabanî, Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Qadir, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncar, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hewramî, Wezîrê Dadê Sînan Çelebî, Wezîrê Tenduristiyê Rêkeft Mihemed Raşid, Wezîrê Perwerdeyê Piştivan Sadiq Evdila, Wezîrê Îmarê Kosret Resûl, Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê Newroz Mewlud, Wezîrê Perwerdeya Bilind Yûsiv Samed, Wezîrê Plansaziyê Elî Osman Sindî, Wezîrê Xebat û Karên Civakî Mihemed Qadir, Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Xalid Doskî, Wezîrê Şehid û Enfalê Mihemed Hecî Salih, Wezîrê Av û Çandiniyê Evdilsetar Mecîd, Wezîrê Ticaret û Pîşesaziyê Samel Serdar, Wezîrê Gihandin û Ragihandinê Conson Siyavuş, Wezîrê Karên Dînî Kemal Selîm, Wezîrê Ceyranê Selaheddîn Babekir, Wezîrê Karên Parlementoyê Mewlud Murad, Wezîrê Hawirdoriyê Evdirehman Evdirehîm.
Hilbijartinên giştî yên li Kurdistanê di 12ê îlona 2013an da hatibûn kirin.