Li gor agahiyên şahidan li Beciya navçeya Selaheddînê li dorbera rafîneriya herî mezin a welêt di navbera hêzên çekdar û artêşa Iraqê de pevçûn didomin. Hat ragihandin ku di van pevçûnan de milîtanên DÎŞIyê firokeyeke artêşê daxistin.
Fermandar Gassan el-Uceylî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sedî 70yê rafîneriyê di destê hêzên çekdar de ye û got ku piştî pevçûna rafînerî hatiye girtin.
Li gor agahiyên berê yên rayedarên rafîneriyê milîtanên DÎŞIyê Rafîneriya Neftê ya Berciyê ya li Selaheddînê bi dest xistibûn. Hatibû destnîşankirin ku depoyên li rafîneriyê bi destê milîtanên DÎŞIyê hatibûn şewitandin û artêşa Iraqê jî dorberê rafîneriyê dabû ber bombebaranê.