TBMM - Alp Özden
Di heyama 24emîn û 3yemîn sala Rêzîkdanînê de di Lijneya Giştî ya TBMMê de çalakî û protestoyên balkêş pêk hatin. Di Lijneya Giştî de yên ku bi piranî çalakî û protesto kirin parlamenterên CHPê bûn.
Di muzakereyên Pêşnûmaya Qanûna Kar ya Giştî de Parlamenterên CHPê yên Istenbolê Suleyman Çelebî, Mahmut Tanal û Mewlut Aslanoglu, Parlamenterê CHPê yê Manîsayê Ozgur Ozel, Parlamenterê CHPê yê Mersînê Aytug Avci bi tîşortên ku li ser wan "Ji bo grevan qedehekirin, paşdeavêtin û grevsekinandin bi qedexeyên qanûna 12ê Îlonê berdewame." nivîsî hatin Lijneya Giştî.
Parlamenterê CHPê ji bo ku bûyerên 1ê Gulanê protesto bikin di Lijneya Giştî de zivirîn aliyê rojnamevanan û pankart bilind kirin. Li ser pankartan wiha dinivîsî: "1ê Gulana 2013an rewşa 3yemîn a faşîzmê ye. Rewşa faşîzmê ya gaz: Gaza îsotê, Rewşa faşîzmê ya av: Ava fişar, Rewşa faşîzmê ya hişk: AKP"
Parlamenterê Antalyayê yê CHPê Yildiray Sapan jî ji bo ku balê bikişîne kesên ji çek û senedan mexdûr bûne, di dest xwe de bi gelek çekên ku bi hev ve hatine zeliqandî, derkete pêşberê parlamenteran.
Parlamenterê Malatyayê yê CHPê Velî Agbaba jî bi pankarta "Maskeya gazê besta berxwedanê ye" derkete pêşberî parlamenteran. Agbaba kask û maskeya gazê bi kar anî û diyar kir ku li Taksîmê gaz li wî hatiye reşandin û ji ber gaza îsotê hîn jî çavên wî dişewitin.
Parlamenterê Ardahanê yê CHPê Ensar Ogut jî di dest wî de bi pakêtan derket, axivî û wiha got: "Gundiyan ev diyarî ji bo hikûmetê şand. Wek zêr bi qîmet e. Ji bo ku hikûmetê protesto bikim, ez ê vê deynim li ser maseya hikûmetê." Ogut hikûmetê rexne kir û diyar kir ku hikûmet li şûna ka, sap îthal dike û gundî nikarin vî bidin heywanên xwe.
Parlamentera Enqerê ya CHPê Aylîn Nazliaka jî qalikê bombeya gazê ya ku li Parka Geziyê hatiye bikaranîn, wek guldankekî çêkir û bi kulilkên tê de da Wezîrê Karê Hundirîn Muammer Guler.
Dema Parlamenterê Stenbolê yê BDPê Sirrî Sureyya Onder der heqê bûyerên Parka Geziyê de diaxivî, parlamenterên AK Partiyê gotin "Bombeya çi", Onder îşlikê xwe vekir û birîna xwe ya ku ji ber qalikê bombeyê çêbûye, nîşanî parlamenteran da.
Parlamenterê BDPê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken, Sirrî Sureyya Onder, Nursel Aydogan û Sebahat Tuncel jî di Lijneya Giştî de 5 deqîqe "çalakiya mirovî sekinî" li dar xistin.