Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi dawî bû.
Civîna MGKê ya meha hezîranê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Beştepe Qesra Serokomariyê hat kirin û 4 saet dewam kir.
Ji danezana MGKê: "Li ser hedîseyên ku li Sûriyeyê cereyan dikin bi berfirehî nirxandin hat kirin, li ser tehdîtên muhtemel hatiye sekinandin, her wiha li ser zêdekirina tevdîrên ewlehiyê hatiye sekinandin. Fikara ku li herêmê êrîşên terorî birin ser gelê sivîl û li herêmê hewla guhertina demografîk hatiye ziman."
Ji danezana MGKê: "Rêxistinên terorê hestên biratiyê yên milletê me û îradeya jiyana hevpar lawaz dikin û hedefa wan ew e ku li giştiyê welêt ewlehî û mafê jiyana welatiyên me ji holê rakin. Li dijî van rêxistinên terorê têkoşîn wê bi biryardarî bidome."
Ji danezana MGKê: "Di serî da Rêxistina Dewleta Paralel, têkoşînên li dijî rêxistinên ku ewlehiya millî tehdît dikin, wê bi biryardarî bidome."