Namzedê Serokê TBMMyê yê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat got: "Piştî tura yekemîn û duyemîn ya ku wê sibê çêbibe dibe ku neyê hilbijartin, lê hêvî dikim ku di tura sêyemîn de em ê serokê meclisa xwe hilbijêrin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Namzedê Serokê TBMMyê yê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat re hat bal hev.
Hevdîtinê 45 deqîqe dewam kir û piştî hevdîtinê Firat daxuyanî da rojnamevanan.
Firat daxuyand ku ji bo ew piştgiriyê bixwazin wî Davutoglu ziyaret kiriye û wiha axivî: "Me hevdîtineke dirêj û bifêyde pêk anî. Ji bo ku îtibara TBMMyê ji vir pê ve zêde bibe û meclis wek fabrîqeya qanûnê nexebite, têkiliya rêzîkdanîn û birêvebirinê bi koordînasyonê ve bimeşe me fikrên xwe ji wan re got û me piştgirî ji wan xwest."
Firat daxuyand ku namzedê serokê meclisê yê AK Partiyê jî HDP ziyaret kiriye û wiha axivî: "Piştî tura yekemîn û duyemîn ya ku wê sibê çêbibe dibe ku neyê hilbijartin, lê hêvî dikim ku di tura sêyemîn de em ê serokê meclisa xwe hilbijêrin. Heke ev jî nebe di tura çaremîn de miheqeq wê encamek derkeve holê."
Li ser pirseke rojnamevanekî ya 'Ekmeleddîn Îhsanoglu got ku em dixwazin koalîsyoneke berfireh çêbibe û pirsa me ya ji bo HDPyê jî nebersivand. Hunê çi bibêjin?' Firat wiha axivî: "Wê demê ev nabe koalîsyoneke berfireh, dibe ya teng. Mirov nikare MHPyê fêm bike. Herhal pir zora wan diçe ku me jî qasî wan 80 parlementer derxist, lê pêvajo dirêj e û ew ê di nav vê pêvajoyê de hîn bibin. Divê ew vê bizanibin ku, rayên ku ji sedî 13 HDPyê stendibûn û gel wan şandiye meclisê û rayên welatiyên ku MHPyê hilbijartine û wan şandine meclisê wekhev e. Ev jî ne hedê Birêz Devlet Bahçelî ye û ne jî hedê MHPyê ye. Ev tevger him li dijî qanûnên nezaketa siyasetê ye û him jî dijî qanûnên siyasetê ye. Herhal ew ji pêvajoya çareseriyê aciz in. Mirovekî normal, kesekî derûniya wî baş nikare ji aştiyê aciz be. Lewra li gor min kesek nikare xwîn, pevçûn û mirina mirovan bixwaze."