ŞIRNAK
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) Selahattîn Demirtaş got: "Çalakiyên ku zirarê didin bazirganan û erebeyên welatiyan karê me nînin."
Demirtaş beşdarî çalakiyên newrozê yên ku BDPê li Şirnexê lidarxist bû û li wir axivî û diyar kir ku di demên berê de li Şirnexê bihayê pîrozkirina newrozê gelekî giran bû.
Demirtaş destnîşan kir ku hikûmet li Şirnexê veberhênanan nake û bajar di nav bajarên feqîr de di rêza 79emîn de ye û bajarên herî feqîr jî li herêmê ne û wiha axivî:
"Tên li vir qalê dikin ku çiqas veberhênanên mezin kirine. Derewa dikin û dibêjin gava ku ew veberhênanan dikin BDP ji wan re astengiyan derdixe. Welatiyên ji Şirnexê di 5 salên dawiyê de bi tevahî 3 milyar û156 lîre bac dan. Lê dewletê ev pere ji we stendiye û bi tenê milyarek û 600 milyon lîre veberhênan kiriye. Bi piraniya vî pereyî ve ji qereqol çêkiriye.
Demirtaş bangê karsazên li derveyî welêt yen ji Şirnexê kir ku bila bên û li bajarê xwe veberhênanan bikin û bêkariyê çareser bikin.
Demirtaş destnîşan kir ku di demên pêşiya me de rêveberiyên herêmî dê li ser bêkarî û feqîriyê bixebitin, koperatîf û saziyên şirîktayiyê saz bikin.
Demirtaş ragihand ku li herêmê pirsgirêka herî mezin perwerdehî ye û ji ber vê yekê jî Şirnex biserneketinê de di rêza 80yemîn de ye û wiha pê de çû:
"Ew ên ku ji Enqere û ji Stenbolê dinihêrin wetrê xortên Şirnexê bêhiş in û loma bi ser nakevin. Zar û xortên kurdan nikarin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. Ji bo tirkî hîn bibin di navbera 5 û 10 salan de bi dersan re vedigevizin. Hela hê dersan hîn nabin dikevin ezmûna zanîngehê. Li Antalya û Stenbolê xort bi zimanê xwe perwerde dibin û dikevin ezmûnê. Heta ku ev xortên me bi zimanê dayikê perwerde nebin ev pirsgirêka dê dewam bike. Ji bo xebatkarên erzan naxwazin ku xortên kurdan bi zimanê dayikê perwerde bibin."
Demirtaş diyar kir ku van pirgirêkan dê bi destê xwe çareser bikin û wiha xeber da: "Şaredariyên me dê kitêbên bi zimanê dayikê biweşînin û ji bo perwerdehiyê bingehekê amade bikin. Zarên kurdan dê bi zimanê kurdî kitêbên matematikê bixwînin û hîn bibin. Em ê li huner û wêjeya kurdan xwedî derkevin. Xort û jinên kurdan divê roman û helbestên kurdî bixwînin, şano û sînemeya kurdî temaşa bikin."
Selahattîn Demirtaş diyar kir ku çalakiyên ku zirarê didin bazirganan û erebeyên welatiyan karên wan nînin û axaftina xwe wiha domand:
"Çalakiyên ku zirarê didin bazirganan û erebeyên welatiyan karê me nînin. Divê her kes baldar be. Tu têkiliyeke partiya me bi van bûyeran re tune. Kî ku van tiştan dike divê der hal dev ji van karê xwe berde."