SAKARYA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "Di nava dewletê de dewleteke din nabe, rêxistineke paralel nabe, kî serî li rêyên bi vî awayî bide dê hesabê wê gelekî giran bide û bidin. A niha em di heyameke berwext re derbas dibin, hilbijartina 30ê Adarê dê bibe pêngava ewil."
Erdogan di mitînga Sakaryayê ya ku li qada bajarê Sakaryayê hat li dar xistin de wiha axivî: "Birayên min, birayên min ên tirk, birayên min ên kurd ez we slav dikim. Ez abhaz, çerkez, gurcî, adîge û manavan slav dikim. Birayên min ên boşnak, pomak, tatar û roman ez we slav dikim."
Erdogan got ji bo ku îtibara deshilatdariya gel bişkênin, ji bo ku demokrasiya li Tirkiyeyê xerab bikin ewil bi bûyerên Geziyê ve û şûn de jî bi operasyona 25ê çileya pêşîn ve êrîşeke eyan û beyan li hemberî me kirin. Ew kesên ku di geziyê de negihîştin helwesta xwe gel di 25ê çileya pêşîn de ew dane ber sîleyan.
- "Tu xoceefendî yî an şefê îstixbaratê yî?"
Erdogan li dijî Fethullah Gulen rexneyên xwe wiha rêz kir:
"Bi piyonên Pensîlvanyayê ve êrîşî Tirkiyeyê, dewleta me, miletê me û asayîşa me ya neteweyî dikin. Hûn nikarin serokwezîrekî, serokomarekî û wezîran guhdar bikin. Lê ev guhdar dikin. Duh êvarê min di weşana hevpar a TRTê de eşkere kir. Di van de exlaq mexlaq tuneye. Evan ji mirovahiyê bêpar in. Êvaran seansên nifiran dikin. Xwedê wan islah bike. Zarokên me yên xwendekar ji xewê radikin û dibêjin ku ji serokwezîr re nifir bikin. Ev nifirên wan nagêhin cihê xwe, wê dîsa wekî bûmerangê bizivire û serê wan bixwe. Ji me re diayên abî û ableyên li vir û diayên birayên me yên misilman ên li Myanmarê, Sûriyeyê, Filistînê, Xazeyê, Misirê, Lîbyayê û Tûnûsê bes e. Nifirên we nagêhin cihê xwe, lê evan ew kes in ku dema Mavî Marmara tûşî êrîşê mabûn dikeniyan.
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Gelê min li hember siyaseta tapeyan, îftirayan, montajan dengê xwe radike. Gelê min li hember ew kesên ku dibêjin çakêtekî min heye, lê dîsa hemû dinyayê dikarin bixin hundirê wê çakêtî, dengê xwe radike. Çi dibêje? Dibêje ku ez li Pensîlvanyayê ketime înziwayê. Yaw tu çima li welatê xwe neketî înziwayê? Te nikaribûyî li Sakaryayê, li Bûrsayê an li Mekke û Medîneyê biketayî înziwayê? Ev çawa înziwa ye, tu bi Xwedê kî? Dibêje ez înziwayê de me, lê ji sporê bigre heta derbeyan, ji raporên MÎTê bigre heta Sûsûrlûkê, ji dadê bigre heta siyasetê xwe têkildar dike. Bala xwe bidinê, Pensîlvanya rêhevaltiya CHPê dike. CHPya ku di seranserê dîroka xwe de zilm li dîndaran û li dîn bi xwe kir. Pensîlvanya (Fethullah Gulen) rêhevaltiya CHPê ya ku gelekî zilm li Seîdê Nûrsî kir, dike. Pensîlvanya bi MHPê re bi Gezîçêkeran re, bi rêxistinên çepgir ên marjînal re dibe rêheval. Çima? Ji bo ku AK Partiyê hilweşînin, lê wê ser nekevin."