MARDÎN
Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler li Dargeçît, Mîdyat û Omerliya navçeyên Mardînê bi welatiyan re hat li bal hev û cejna wan pîroz kir. Guler destnîşan kir ku dixwazin aramiya bi pêvajoya çareseriyê ve derketiye holê dewam bike û diwê qîmeta wê bê zanîn.
Ji Guler der barê îdiya ku di navbera sînorê Tirkiyeyê û Sûriyê de dîwarê îstinadê tê çêkirin hat pirsîn. Guler jî ji bo îdiayê wiha got: "Dîwarê ku tê çêkirin tuneye. Bi tenê hin îdiayên ku wiha tên spekulekirin hene. Dîwarê wê derê li ber erdê bi mayin tê çêkirin û ji bo parastin û ewlehiya can û malê welatiyan e. Tu kes dîwar çênake. Mijar bi xeletî tê parve kirin û bi tevgerên şovenîst ve jî dixwazin fikreke nexweş di nav gel de belav bibe. Em baş zanin ku dewleta Komara Tirkiyeyê li wê derê çi dike. Dîwareke ku di navbera me û Sûriyê de tê çêkirin tuneye û tişteke ku welatiyan bike tengasiyê jî tuneye. Di navbera me û Sûriyê de 911 kîlometre sînor heye. Evqas sînor bi dîwarê dê çawa bê girtin. Zarok jî ji vê yekê bawer nakin.''
Wezîr Guler ji bo Welatiyên Sûryanî jî got: "Ew ne kêmneteweyên vî welatîne. Welatiyên Tirkiyê xwediyê çi mafan bin Suryaniyên welatiyên Tirkiyê jî xwediyê heman mafan e. Dikarin bibin polês jî bibin efser jî.''