ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag got: "Li Tirkiyeyê êdî ne kesên din wê vî xelkê hanê bi xwe senaryoyê binivîse. Herkes jî wê tabiê vê senaryoya ku vî gelê hanê nivîsiye be."
Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û rojevê nirxand.
Arîkarê Serokwezîr Bozdag di civîna Maseya Edîtoran a AAyê ya ku di saet 10.00an dest pê kir da bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên der barê rojevê da bûn da û geşedanên di demên dawîn da pêk tên jî nirxand.
Ji axaftina Alîkarê Serokwezîr Bozdag hin sernavên derketin pêş:
"24ê hezîranê, ew dîrok e ku pergala nû ya hikûmetê wê di çarçoveya vîna gel da were cîbicîkirin.
Pêşdahildana hilbijartinê gaveke wisa ye ku hesabê hemû kesên ku li ser Tirkiyeyê hesabên qirêj dikin, xirab kiriye.
Miletê me yê ezîz wê di 24ê hezîranê da deriyê serdemeke nû veke.
24ê hezîranê ji bo hilbijartinê dîrokek guncan e. Ji ber ku 26ê tebaxê navîna havînê ye û piştî Cejna Qurbanê ye.
(Pêşdahildana hilbijartinan) Bi vê gavê va dafikên hêzên dijî Tirkiyeyê hatine pûçkirin. Li Tirkiyeyê êdî ne kesên dereke, lê ev milet wê senaryoyê binivîse. Herkes wê bide dû senaryoya ku vî miletî nivîsî.
Pêwîstiya Tirkiyeyê bi wê yekê heye ku zû biryaran werbigire û herwiha van biryaran jî bi lez bi cih bike.
Madem pergal guherî, nexwe divê em jî bi wê pergala nû dewam bikin. Êdî feydeya wê ji kesî ra tuneye ku cîbicîkirina pergalê bi derengî bikeve.
Ji bo ku zirar negihêje Tirkiyeyê, me biryar da û hilbijartin hilda pêş. Wate, çiqas dûr bikeve, Tirkiye wê ewqasî bi van nîqaşan ra meşxûl be. Em dixwazin ku êdî dawî li van nîqaşan were. Nîqaşên hilbijartinê xilas bibin.
(Tesîra dîroka hilbijartinê ya li ser piyaseyan) Ez bawer dikim ku ew ê esîreke erênî bihêle. Berteka ku do di piyaseyan da hat dîtin jî tesîra erênî bi eşkereyî nîşan da. Nediyariyên li ser pêşerojê ji holê hatin rakirin. Pîlan, dafik, senaryoyên ku dihat gotin ew ê li dijî Tirkiyeyê werin danîn di destê xwediyên xwe teqiyan.
Yê ku di 24ê hezîranê da bibe desthelat, wê perspektîfeke 5 salan bide pêşiya xwe. Êdî derdekî wisa jî tune ku mirov bêje 'gelo hikûmetê were avakirin an na.' Milet wê rasterast ji sandoqê hikûmetê derxe.
Di sibeha 24ê hezîranê da rêyeke ji bo 5 salan ew ê were eşkerekirin. Kesên dixwazin veberhênanê bikin ew ê li gor vê hesabê xwe bikin.
Daxuyaniya birêz Bahçelî, dema ku min axaftina komê guhdarî dikir, min cara ewil bihîst. Wate, ev daxuyanî encama hevdîtineke pêşdatir nîne.
Namzedê me, yê MHPyê û yê gel Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan e.
Bi qenaeta min Kiliçdaroglu wê bibe namzed.
Birêz Kiliçdaroglu heke bibêje 'Ez mêrê kurê mêran im, ez jî pahlewanim' dibê wê çaxê derkeve meydanê.
Hilbijartin ew ê nemîne tura duduyan. Berteka ku duh ya piyaseyan encama vê hilbijartinê eşkere kir.
Heger we hilbijartin divê, nexwe derkevin meydanê û têbikoşin. Namzedê xwe bidin nîşan, tiştên din bikin, hûn çi dixwazin wê bikin. Niha ez lê dinihêrim, tu dibê qey 'teyroka şalsermila' daye mixalefetê. An di dêst da şemsiye tuneye, an jî em dibînin ku ketine tatêla wê yekê û dibêjin, 'Gelo em çawa dikarin derkevin holê û tiştekî ku wê zirarê bide hikûmetê bikin, em çawa dikarin paceyên cuda li van nîqaşan vekin'.
Birêz Kiliçdaroglu radibû rûdinişt ji Serokmarê me ra digot 'Hodrî meydan, were meydanê'. Birêz Serokomarê me namzedê AK Partiyê ye û meydana hilbijartinê hat avakirin. Nika meydana mêran a siyasetê hat avakirin, dibê serpehlewan derkevin meydanê. Dibê bêje 'Ez serpehlewan im'. Hakem kî ye? Gelê Tirkiyeyê ye.
CHP ditirse ku îtifaqê bike, navnîşan eşkere ye. CHP, HDP hene. Heke bi HDPyê ra îtifaqê bike ew ê li ber alîgirên CHPyê yên welathez di tengasiyê da bimîne.
Heger Serokê Giştî yê CHPyê nebe namzedê serokomariyê wate ev e: 'Wekî CHP em ne talibê îqtidara Tirkiyeyê ne, em talibê birêvabirina Tirkiyeyê ne. Di nava me da şexs an jî qadroyeke gihîştî tuneye ku Tirkiyeyê bi rê va bibe. Serokê me yê Giştî Kiliçdaroglu jî kesekî gihîştî nîne ku Tirkiyeyê bi rê va bibe û wekî Serokomarê Tirkiyeyê were hilbijartin.
Niha CHP ka wê bi çi lewnî ji welatiyan rayê bixwaze? Talibê îqtidarê nîne, serokê wan ê giştî namzedê serokomariyê nîne û nikare bêje 'ezê werim desthelatê'. Nexwe wê kê bibe îqtidar? Kesekî din wê bibe. Welatî jî wê çima raya xwe bidin kesekî ku ne talibê îqtidarê ye?
Di pêvajoya hilbijartinê da hebûna Rewşa Awarte wê tu zirarê nede xebatên hilbijartinê. Wê bandoreke neyênî li ser hilbijartinê jî neke.
Me kongreyên xwe yên parêzgeh û navçeyan kirin. Mane du parêzgehên me. Heta niha Serokomarê me beşdarî kongreyên 49 parêzgehan bû.
CHP jî amade ye. Wê jî kongreya xwe ya mezin, kongreya xwe ya parêzgehê kir. Lêbelê CHP heger mîna me neçe li hemû parêzgehan negere, serokê wê yê giştî neçe hemû teşkilatan, wê demê em jî nikarin şûna wan bixebitin.
Di teqwima LBHyê da tu pirsgirêk wê dernekeve. Ji ber ku me heya niha hilbijartin bi awayekî pir serkeftî birin serî. LBH wekî saziyeke pêbaweriyê mîna stêrkekê dibiriqe. Ligel gelek rexneyan heta niha kesî nikaribû zedeyê li pêbaweriya LBHyê bixe."