18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag got: "Parlementerên AK Partiyê bi xwe û li ser gazîkirinê wê herin û îfadeyê xwe bidin. Ez hêvî dikim ku parlementerên CHP, MHP û HDPê jî li gor wê tevbigerin."
Wezîr Bozdag duh fitara xwe li Hakimeviyê bi nûçegihanên daraza bilind ra vekir û piştî fitarê jî der barê mijarên di rojevê da ne axivî.
Bozdag got: "Em hemû hesabê karên ku didkin didin miletê lê dema ku ev yek li darazê hewce bike lazime meriv here wê derê û bersiva pirsên ku tên kirin bide û ya rast jî ev e. Parlementerên AK Partiyê bi xwe û li ser gazîkirinê wê herin û îfadeyê xwe bidin. Ji xeynî wî tiştekî din pêk neyê. Ez hêvî dikim ku parlementerên CHP, MHP û HDPê jî li gor wê tevbigerin."
Meclisê der barê 139 parlementeran da bi tevahî 682 dosya şand Wezareta Dadê û Bozdag ragihand ku ji bo paşve bên şandin xebat didomin û wisa xuya dike ku hefta pêş me wê bên şandin û wiha dewam kir: "Li gor qanûnê divê em di nav 15 rojan da wan paşve bişînin. Kîjan dosya wê biçe kê derê niha ew tên nivîsandin. Hefta pêş me ewê hemû dosya ji dozgeriyên komarê yên cihê cihîn ra bên şandin."