DİYARBAKIR
Wekîliya Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê bi maddeya 10. ya di Qanûna Tekoşîna li dij Terorê de peywirgirtî dozname amade kir û pêşkeşî Mehkemeya Cezayê ya Giran a 7. kir.
Di sala 1992yan di 20ê îlonê de li taxa Seyrantepeya Diyarbekirê nivîskar Musa Anter hatibû kuştin û nivîskar Orhan Mîroglu jî hatibû birîndarkirin. Der heqê vê bûyerê de par li bajarokê Kumçatiya Şırnaxê Hamît Yildirim hatibû dîtin û ji aliyê mehkemeyê ve hatibû girtin. Di doznameyê de Hamît Yildirim, Mahmut Yildirimê ku bi navê "Yeşil" tê naskirin û Aziz Turanê (Abdulkadîr Aygan) ku ji bo dozeke din der heqê wî de biryara girtinê hatiye dayîn, wek bersûc cih girtin.
Di doznameyê de li gor Qanûna Cezaya Tirkiyê ya jimara 765 a 450 maddeya 4. ji bo bersûcan 20 sal ceza hat xwestin. Piştî lêkolîna Mehkemeya Cezayê ya Giran a 7. heke dozname bê qebûlkirin, wê darizandinê dest pê bike.
Di doznameyê de hat bibîrxistin ku Mahmut Yildirim û Aziz Turan di "Doza JİTEMê" ya ku li Mehkemeya Cezayê ya Giran a 6. de jî wek gumanbar tên darizandin. Dozger daxwaz kir ku ev dozname bi "Doza JİTEM"ê re bibe yek.
Doza "JİTEM"ê
Di doza Mehkemeya Diyarbekirê ya 6. a Cezaya Giran de der heqê 16 kesan de ceza tê xwestin. Di nav van kesan de Mahmut Yildirim û îtîrafkar Abdûlkadîr Aygan jî hene. Ev 16 kes ji ber van sûcan tên darizandin; Li Diyarbekir, Mêrdin, Batman û Şirnaxê kuştin, agirpêxistin û bombekirin. Ji bo gumanbaran ji 15 salan heya muhebetê cezayê hepsê tê xwestin.