Doz li Dadgeha Cezaya Giran ya 7emîn ya Diyarbekirê hat dîtin û di rûniştinê de bersûcê negirtî serhengê teqawîdbûyî Savaş Gevrekçî, kurê Musa Anter Dîcle Anter û parêzerên wî amade bûn û bersûcê girtî Hamît Yildirim jî bi pergala înformatîk ya dîmen û dengê (SEGBÎS) beşdar bû. Bersûc Mahmut Yildirimê ku wekî "yeşîl" tê nasîn û Azîz Turan (Abdulkadîr Aygan) beşdarî rûniştinê nebûn.
Serokê dadgehê di serê rûniştinê de da zanîn ku daxwaza parêzerên Anter yên ji ber ku bersûcên doza JÎTEMê ya ku di Dadgeha Cezaya Giran ya 6emîn de didome û yên Doza Kuştina Anter yek in, bila doz bibin yek, red kir.
Ji parêzerên Anter, Tahîr Elçî di parastina xwe de diyar kir ku di îdianameya ku di çarçoveya dosyayê de hat amadekirin de JÎTEM yekem car ev qas bi awayekî diyar hat destnîşankirin û got ku divê bersûc Hamît Yildirim bînin hêwana rûniştinê.
Elçî destnîşan kir ku Musa Anter ji hêla hemû Tirkiyeyê ve tê hezkirin û got ku "ji bo ku bersûc bi awayekî adilane bê darizandin û xwe bi hêsanî biparêze divê li hizûra dadgehê be û bi hêsanî bersiva pirsên ku jê tên pirskirin bide. Der barê bersûcê negirtî Savaş Gevrekçî de jî gumanên mezin yên ji bo roja bûyerê hene. Her çiqas ev celse li vir hatibe amadekirin jî em dixwazin ku bersûc bê girtin. Em di vê rûniştinê de ji bersûcê girtî Yildirim tiştekî napirsin."
- "Sûcê îstismarkirina peywirê"
Ji parêzerên Anter, Bariş Yavuz jî got ku di rûniştina berê de di biryara navberê de hat diyarkirin ku divê bersûcê girtî bê amadekirin, lê dibînim ku nehatine amadekirin. Yavuz got ku ev yek jî sûcê îstismar û îhmalkirina peywirê ye û xwest ku ji bo peywirdarên girtîgehê û cendirmeyan biryara pêwîst bê dayîn.
Yavuz da zanîn ku di beyanên bersûcê negirtî Gevrekçî de tê dîtin ku bi Arîf Dogan re hê jî diaxive û heke vê yek bidin ber çav dibe ku ku ev yek bandorê li ser şahidan bike, ji ber vê yekê divê bersûc bê girtin.
Parêzerê beşdarên rûniştinê Selîm Okçu jî ji Savaş Gevrekçiyê dema ku Anter hat kuştin Fermandarê Tîmê yê Îstixbaratê yê Cendirmeyê yê Diyarbekirê bû, pirsî ka bi Arîf Dogan re diaxive an na.
Gevrekçî da zanîn ku di bin emrê Dogan de nedixebitî, lê min qîmet dida wî û wiha axivî: "Ez ji navçeya Borê ya Nigdeyê me. Dogan heyamekê bibû Fermanderê Alaya Nîgdeyê. Ji bo ku gazînoya leşkerî ji bo çalakiyên wekî dawetan jî bê bikaranîn, min telefonî wî kir. Dema ku di îznê de bû ez çûm ziyareta wî. Ji bilî van tu xebatên me yên hevpar û hevdîtinên me çênebûn. Lê ew di sala 2005an de teqawîd bû. Ez wê çaxê ji bo lîstina kaxêzê diçûme Tesîsên Civakî yê Jendirmeyan yê li Anit Tepeyê. Dogan jî ji bo lîstina brîçê dihat. Wê demê em rastî hev dihatin û em diaxiviyan. Jixwe ez ji sala 2007an heya niha neçûme wir. Ji ber vê yekê jî ez bi Dogan re neaxivîme."
Ji parêzarên Anter Meral Daniş Beştaş jî bi bîr xist ku di biryara navbera berê de ji ber ku bersûc Gevrekçî amade bû û ji ber temen û rewşa tenduristiyê nehat girtin û got ku "Ez van hinceta rast nabînim. Niha bersûc di 67 saliya xwe de ji ber sûcê ku yek kuştiye bi daxwaza cezayê hepsa mûebet tê darizandin. Delîlên ku dikarin bibin sedem ku ji ber gelek sûcan bê darizandin, hene. Di vê çarçoveyê de di gelek dosyayan de bersûcên ku temenê wan mezintir û rewşa wan xirabtir, tên girtin. Jixwe der barê rewşa wî ya tenduristî de rapora tiba edlî tuneye. Heke em van mijaran bidin ber çav, ez dixwazim ku bersûc bê girtin."
Nesîm Benzer wek şahid di rûniştinê de hat guhdarkirin. Benzer îdia kir ku hevalê dibistanê yê bersûc Hamît Yildirim e û got ku: "Birayê min endamê BDPê ye. Birayê min li ser telefonê gote min ku Yildirim gefa mirinê li min û birêvebirên BDPê yê Kumçatiyê dixwe. Min jî ji bo parastina birayê xwe ev yek ji nûçegihanê Roj Tvyê yê Cîzreyê re qise kir. Wana jî ev yek kirin nûçe. Lê min negote wan ku Yildirim Anter kuştiye. Lê weşan bi wî awayî hatibû kirin. Ez ji bilî vî tiştekî din nizanim."
Bersûc Yildirim jî diyar kir ku di sala 2005an de dema ku li Mersînê bû, dît ku nûçeyên ku dibêjin wî Anter kuştiye derdikevin û nûçe sipartine beyanên wî û wiha axivî: "Ez çûm Kumçatiyê û min pirsî ka çima tiştekî wiha kir. Navê rojnamevanekî ku navê wî nayê bîra min da. Got ku BDPyî hatin cem wî jê xwestin ku di eleyhê min de beyanan bide. Dema min pirs kir ka gelo ev kes kî bûn, gote min ku ez nikarim navê wan bidim. "
Dozgerê Komarê di mûtaelaya xwe de da zanîn ji ber mahiyet û wesfa sûcê, delîlên berdest û hebûna gumana bihêz ya ji bo sêcê dê Hamît Yildirimê girtî bimîne. Bersûc Mahmut Yildirim dê bê girtin û ji ber ku bersûc Abdulkadîr Aygan li Swêdê ye, ji bo ku bikare bi azîneya SEGBÎSê beşdarî rûniştinê bibe dê bi navgîniya Karên Derve ya Wezareta Edaletê nivîs bê nivîsandin. Merhaleya darizandinê dan ber çavan û daxwaza ji bo girtina bersûcê negirtî Savaş Gevrek jî hat redkirin.
Lijneya dadgehê rûniştinê heya 2yê qanûna paşîn, paş ve avêt.
Di îdianameyê de ji bo bersûcan bi sûcê "bi daxwaz mirovkuştinê" cezaya hepsê ya mûebet ya girankirî û ji bo sûcê ku gel teşwîqê serhildanê kirin û li hember hev çekdar kirin û teşwîqê muqateleyê (kuştin, lêxistin) kirin û ji ber sûcê birîndarkirinê jî 20 salan cezayê hepsê dixwazin.