ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan wiha got: "Di hevdubiranîna meseleyên sîyasî de eşkere Sûriye kirin qûrban. Dema ku ev bûyer qewimîn Tirkiyeyê sekneke exlaqî nîşan da. Me ya ku li me tê me kir. Me bala xwe neda nasnameya mexdûr û mezlûman"
Akdogan beşdarî bernameya taştê ya ku Serokatiya AK Partiyê ya Bajarê Enqereyê di çarçoveya kampanyaya alîkariya Sûriyeyê de li Ala Restoranê da, bû.
Akdogan diyar kir ku li Sûriyeyê drameke mezin a mirovahiyê heye û wiha pê de çû: "Berê gelek şer qewimîn, qetlîam çêbûn, dramên mezin ên mirovan qewimîn, dibe ku ji vê betertir jî çêbûn, lêbelê îro, di vê sedsalê de, di vê dinyaya modern de di vê serdema ku demokrasî, maf û azadiya mirovan, hêza çapemeniyê, derfêtên ragihandin û gihandinê ewqas pêş ketine, lê dîsa herkes guhê xwe digre û li hermberê van bûyeran xwe ker dike."
Akdogan bal kişand ku ji Sûriyeyê 2 milyon penaber hatin û wekî Tirkiye wan 5,5 milyar dolar pere xercê vê meseleyê kir, 25 kamp avakirin û xeynî kampan penaber li bajaran belav bûn.
- "Herkes 3 meymûn dilîze"
Akdogan got ku herkes tenê xeberdide, lêbelê Tirkiye destê xwe, dilê xwe dike bin kevir û wiha berdewam kir:
"Dema ku em ji vê xalê temaşe bikin, di dîrokê de gelek qetlîam hatin kirin, lêbelê di vê heyamê de çekên kîmyewî hatin emilandin, bi hezaran însan hatin qetlkirin û bi milyonan însan neçar man û mal û halê xwe terikandin û bûn koçber. Pekî encam bû çi? Herkes 3 meymûn dilîze. Ne kes dibhîze û ne jî dibîne. Dema ku talûkeya DAÎŞê derket holê, hişê hinekan jî hat serî. Wêçaxê dest pê kirin û bi Sûriyeyê ew eleqedar bûn. Heta duhê hûn li kuderê bûn, ma kêşeyeke wiha tune bû, bi sed hezaran meriv can nedan? Ev mesele bû qûrbana hêz û dewletên mezin ên sereke. Fîl bi hev ketin, ya bûyî jî, hate serê rebenan. Di hevdubiranîna meseleyên sîyasî de Sûriye eşkere kirin qûrban."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan bal kişand dema ku ev bûyer qewimîn Tirkiyeyê sekneke exlaqî nîşan da, ya ku lê tê kir û bala xwe neda nasnameya mexdûr û mezlûman û wiha xeberda:
"Ji ber vê ez dibêjim sekna exlaqî. Me bala xwe neda nasnameya mexdûr û mezlûman ka gelo ji me ye an na. Bêyî ku em bêjin gelo kurd in, tirkmen in, ereb in, êzdî ne me hembêza xwe ji hemûyan re jî vekir. Wekî dewlet, wekî milet û wekî saziyên civakê sivîl SCS çi ji destê me tê, em hewl didin ku kul û birînên vê meseleyê sivik bikin. Bîrên me yên neftê û rezervên me yên xaza xwezayî tunene, lêbelê wîcdana me heye. Em nikarin xwe teslîmê polîtîkaya reel bikin. Em nikarin li gorî berjewendiyên xwe tevbigrerin. Em mecbûr in ku guh bidin dengê wijdana xwe, nexwe em nikarin li eyneyê mêze bikin."