Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê zagona hikûmetê ya der heqê pêvajoya çareseriyê da şiband "çarçoveya vala" û wiha got: "Em naxwazin li wê çarçoveya vala binihêrin. Divê hundirê çarçoveya vala were dagirtin û 10 xal li Meclisê bên nîqaşkirin."
Yuksekdagê li Meclisê di civîna koma partiya xwe da axivî û destnîşan kir ku divê pakêta der heqê çareserkirina pirsgirêka kurdan da li Meclisê were nîqaşkirin û wiha axivî: "Ji çareserkirina meseleya kurdan çarçoveyeke vala li dîwar daliqandine û gel li çarçoveya vala dinihêre. Wê heta kengê temaşe bikin? Hûn dikarin her roj rabin û li çarçoveya vala binihêrin, lê em naxwazin li wê çarçoveya vala binihêrin. Divê hundirê çarçoveya vala were dagirtin. Lê wê çawa were dagirtin? Divê bi 10 xalên ku hatin eşkerekirin were dagirtin. Êdî bi çarçoveya vala siyaset nayê kirin. Ji ber vê jî divê hikûmet ji bo çareserkirina meseleya kurdan 10 xalan li Meclisê bide nîqaşkirin. Em 10 xalan diparêzin. Bi van wê tenê meseleya kurdan çareser nebe, wê gelek mijar çareser bibin."
Yuksekdagê îdia kir ku hikûmeta AK Partiyê piştgiriyê daye qetlîama li Qamişloya Sûriyeyê û wiha got: "Bi piştgiriya ku we da qetlîama Qamişloyê rejima Esed hat vê astê. AK Partî li hember êrîşên DÎŞIyê bêdeng ma. Tirkmen û êzdî hatin kuştin, lê hikûmeta AKPyê deng nekir. Derdê we tenê tirbe bû? We bi alîkariya YPGyê ciyê tirbeyê guherand."