Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna mixtaran a 3yan a ku li Qesra Serokomariyê hat lidarxistin de axivî û Operasyona Şah Firatê nirxand.
Erdogan wiha got: "Tirkiyeyê ev operasyona bi tevkarî û destûra tu rêxistinekî nekir. Ev îdia ji serî hetanî binî derew in. Hewcedariya me tu ne ku em vê rêxistinê re hevkariyê bikin. Ev welata xwedîraye ye, xwedî hêz e, xwedî îmkan e. Ev operasyona ji serî hetanî binî bi îmkan û pîlanên Tirkiyeyê hat kirin."
Erdogan îdiayên ku dibêjin "erd ji destê me çû" jî nirxand û diyar kir ku operasyona bi awayekê baş hat kirin û wiha pê de çû: "Ji serî hetanî binî derew e. Tiştekê wisa tune. Tu erdekê me ji destê me neçû. Em li nêzîkî sînorê xwe di erdê Sûriyeyê de li cihekê baş dîsa bi cî dikin. Xebatên projeyê hatin kirin, amadehiyên me temam dibin em ê niha projeya xwe çêkin."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Ev cihê ku niha tê çêkirin li pêşiya sînorê me ye, li wê derê artêşa me heye. Ji her aliyê ve di ewlehiyê de ye. Qasî zerreyê misqalê erdê me ji destê me neçû û em cihê teze çêdikin. Ewên ku hêviya xwe ji gel birîne êdî êrîşî leşker, artêş û fermandarê artêşê ya gel dikin. Ewên ku hetanî niha ji bo welêt kevirek nedane ser kevirekî vê operasyona serkeftî dixin hincet û êrîşî artêşa me dikin. Em tu carî destûrê nadin ku ev kesan vê êrîşê bikin. Ji ber ku êrîşî nûnerên îradeya neteweyî û artêşa me ya qehreman dikin ez wana şermezar dikim. Gelê me yê helbet hesabê vê bêedebiyê ji wan bipirse."
Erdogan got ku dibê guh nedin kesên ku ji vê operasyonê ji xwe re parekî derdixin û rêya xelet nîşanî welatiyan didin û wiha axivî :"Mixalefeta sereke di vê mijarê de bi rejima Esed re tevdigere. Mixabin mixalefeta din jî bi rejima Esed re ye. Ji rêxistinên terorê yên ku li wê derê ne re di tevgeran de ne. Dibê ev jî wiha bê zanîn."
Serokomar Erdogan diyar kir ku ew ên ku di jiyana xwe de tu carî ji pêşiya tirbeya Silêman Şah re derbas nebûne ji sibê hetanî êvarê li ser xeber didin. Ji xwe ev nizanin ku tirbe jî çî ye. Tirbeyên me mor û nîşana tarîx, çand û nasnameya me ne.