BÛRSA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li merasima vebûna giştî ya ku li Bûrsayê li Kolana Ataturkê hat lidarxistin de qal kir ku dê pêvajoya çareseriyê bibiryarî bidin berdewamkirin û mecbûr in ku vê mijarê heta hetayê bihêlin li paş.
Erdogan wiha axivî: "Ez ji ber vê yekê wiha bi awayekî eşkre dibêjim, me canê xwe danî mêydanê. Me dizaniya ku ev rê rêyeke dijwar e, sebrê dixwaze, baweriyê dixwaze û dirayetê dixwaze. Li nav welêt û derveyî welêt kesên dixwazin ku pêvajoya çareseriyê asteng bikin, Tirkiyeyê ji nû ve bibin wan rojên tarî û bibin wan rojên biêş, helbet vala nasekinin. Me hemd ji xwedê re digel hemû sabotaj û provokasyonan ev pêvajoyê heta îro anî."
Erdogan qal kir ku tenê bi piştgirî û teşwîqa gel rêya xwe berdewam dikin û wiha axivî:
"Hemû bûyerên ku li Sûriye û Iraqê qewimîn, mixabin ku derfet da kesên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê dijwar bikin û sabote bikin. Tiştên ku me di mijara bûyerên li Iraq û Sûriyeyê de kirin, li holê ne. Ji kesên ku reviyan û hatin welatê me, ez niha dizanim ku jimara mirovên ku ji Sûriyeyê hatin Bûrsayê 51 hezar e. Ez li ser navê xwe û gelê xwe ji ber mazûvantiya we ya ji bo penaberan spasiya we diikim. We ev nîşanê muhaciran da."
Erdogan li ser rêxistina paralel jî sekinî û qala gotara Fethûllah Gulen a d rojnameya New York Timesê de kir. Erdogan wiha axivî: "Zilamê li Pensilvanyayê (Fethullah Gulen) di rojnameyeke Amerîkayê de gotarek nivîsandiye. Ji bo çi dinivîse? Der heqê bankeyeke li Tirkiyeyê de. Yaw tu mele yî yan patronê bankeyê yî? Li binêrin xwe dispêre ku derê? Pişta xwe dide rojanmeya New York Tîmesê. Pekî fînansorê wê li ku ye. Vê jî hûn lêkolîn bikin. Gelo patronên vê rojnameyê kî ne? Gelo çima di rojnameyê de didin nivîsandin? Hesabê wan tiştekî dinê ye, naxwazin Tirkiye li nav welêt û derveyî bihêz bibe. Ji bo vê jî her kes kiriye dewrê."