ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efgan Ala: "Dema em qala Tirkiyeya nû dikin, em qala paradîgmayeke nû dikin. Di Tirkiyeya berê da paradîgma li ser tirsê dihat avakirin û statukoya di nav xwe da berdewam dikir. Lê di Tirkiyeya nû da paradîgmayên nû li ser demokrasî û mafê welatiyan tê avakirin."
Ala bû mevanê Maseya Edîtoran a AAyê û pirsên der heqê pêvajoya çareseriyê da bersivand.
Ala li ser pirsa "Pêvajoya çareseriyê di kîjan astê da ye? Wek wezaret xebatên ku hûn dimeşînin çi ne û hûn ê di vê pêvajoyê da çi bikin?" wiha got: "Li tevahiya welêt piştgiriyeke mezin heye. Gel dixwaze mesele çareser bibe."
Ala destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê dişibe çareserkirina pisrgirêka sergirtinê û wiha got: "Berê, heger hûn bînin bîra xwe di mijara sergirtinê da digotin 'îrtica tê', azadiya sergirtinê qedexe kirin û hin kesan veşartî diziyê kirin û niheqiyê kirin. Em bi gel ra hatin û me azadiya sergirtinê û baweriyê da. Em ê di vê mijarê da jî zincîrên ku piyê Tirkiyeyê girêdane bişkênin. Heger em li Tirkiyeyê terorê biqedînin, demokrasiyê ava bikin, destûra bingehîn nû bikin, çawa meseleya azadiya baweriyê çaser bû, wê ev mesele jî çareser bibe. Wê bi birayên xwe yên tirk, kurd, çerkez û laz, 78 milyon hewl bidin da ku welêt çawa pêşva here. Wê hewl bidin ku em ê çawa bigihên armancên xwe yên 2023yan. Ji bo ev pêk were me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin."
- "Dayîk bi heman zimanî digirîn û kêfxweş dibin"
Ala diyar kir ku li dijî pêvajoya çareseriyê gelek sabotaj hatin kirin û wiha got: "Lê ev me nawestînin, lewra em gel ra dimeşin û gel piştgiriyê dide me. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê gelek kes ji vê meseleyê mexdûr bûn, gelek bedel hatine dayîn -me hemûyan bedel da-, ji ber vê jî ji sedî 80yî piştgiryê dide pêvajoya çareseriyê. Dayîk bi heman zimanî digirîn û em dixwazin bira bi heman zimanî kêfxweş bibin. Divê em li rondikên çavên wan binhêrin û wicdana xwe deynin meydanê. Ji sala 2002yan heta niha binhêrin, gavên ku demokrasiyê têk dine nehatine avêtin. Di nav 3 mehan da rewşa awarte hatiye rakirin. Îro qanala dewletê 24 seet weşanê dike bi kurdî, dibistanên taybet vedike. Helbet bi jimartinê naqedin. Ev jî nîşan didin ku armancên me çiqas rast in. Niha jî em dibêjin bira bi pêvajoya çareseriyê temam bibe. Bira siyaset bikeve dewrê û 78 milyon ji bo armancên 2023yan û vizyona 2071an hewl bidin."
- "Kurê min dixwest bibe endezyar"
Ala got ku li ber şaredariya Diyarbekirê dayîkeke ku dixwest kurê wê paşva bînin, ji min ra got 'Kurê min birin, kurê min dixwest bibe endezyar, dema vegere wê heqê wî wenda bibe?' û wiha dewam kir: "20 sal berê ne dikaribûn protestoyeke wiha bikin û pirseke wiha bikin. Em bi hev ra heqan teslîm bikin, em wiha dibêjin. Ev teror ji bo çi ye? Bi terorê heta niha çi çareser bûye. Bila kesek derkeve û bêje bi terorê mesleyeke wiha çareser bûye."
Ala got ew ên ku li dijî pêvajoya çareseriyê derdikevin xêncî xun, hêsrên çevan û tundiyê tu tiştekî waedî gel nakin, gel tercîha xwe daye û dibê her du alî jî li gor van tercîhan di tevgeran da bin.
- Bûyerên li Cizîrê
Ji Wezîr Ala ev tişt pirsîn "Li herêmê hin caran di pergala kamûyê da pirsgirêk derdikevin. Hûn bûyerên li Cizîrê çito dinirxînin? Di pişt van da kî hene? Gelo dixwazin çi bikin? Li ser van pirsan Ala got heke li herêmê pergala kamûyê pêk bê hemû welatiyên li herêmê yê rihet bikin.
Wezîr Ala diyar kir ku ji ew kesên ku bûyer organîze kirin, der û dor şewitandin û zirar dan mal û milkê welatiyan gelek kes hatin tesbîtkirin û wiha axivî. "Ji bo ku welatî aciz nebin motanî berê em nabêjin 'hela em hinekan bibin dibe ku di nav wan da kesên sûcdar derkevin'. Bi rastî jî di encama lêkolînên bihûrgilî kesên ku çalakî organîze kirin hatin tesbîtkirin û hatin binçavkirin."
- "Bûyerên Cizîrê jî tê çareserkirin"
Ala destnîşan kir ku tevdîrên ku ji bo pêkanîna pergala kamûyê hatin hildan welatiyan kêfxweş dikin û wiha pê da çû:
"Kînga li herêmê pêvajoya çareseriyê gaveke girîng pêş dikeve hin kes dikevin navberê û pirsgirêkan derdixin. Di 8ê gulana 2013an da PKKyê biryara vekişandinê da û dest bi vekişandinê kir. Ev jî îlan kir. Ji ser ra 20 roj derbas bû bûyerên Geziyê derketin. Paşê dan sekinandin. Paşê daxuyanî dan û gotin 'Di 15 rojan da ew ê tiştên baş bibin.' Hefteyek ji ser ra derbas bû bûyerên Kobanêyê dest pê kirin. Ev eşkere ye. Her kes dibîne ku em wek hemûyê Tirkiyeyê vê çareser bikin ew ê çi bibe. JI ber vê yekê kesên ku naxwazin ev bibe dikevin navberê û pirsgirêkan derdixin. Em çi bikin? Ewê her tim van tiştan bikin. Her tim berpirsiyarên tiştan li derva negerin. Dibê merin pêşiyê li xwe mêze bike û firsendê nede kesên wisa. Tu asteng nikare me ji rêya me dûr bixe û me ji vê rê derxe. Me çi kir? Me ew mesele çareser kir û di rêya xwe da dewam kir. Ya rast jî ev e. Welatiyên me yên li wê derê jî piştgiriyê didin vê û dibe bidin jî. Li gelek cihên van deran pirsgirêk hatin çareserkirin. Niha jî bûyerên li Cizîrê derketin. Ew jî tên çareserkirin."
Ala eşkere kir ku xendeqên li Cizîrê bi wesayîtên şaredariyê hatine kolandin û wiha got: "Karê şaredariyê çi ye? Kûçeyan ava bike. Kolandina kûçeyan nîne. Bi wesayîtên şaredariyê xendeq kolane. Dibê şaredarî ser xendeqan bigrê. Heke li wê derê valahiya ewlehiyê hebe dibê ji rêveberiya herêmî alîkariya bixwaze. Ewlehiya wan ê bê hildan û ew ê jî karên xwe bikin. Bibe şaredarî, rayeya xwe hilde destê xwe, em pereyan bişînin lê tu karekî neke. Gel vê dibîne. Bila tu kes li qisûrê me nenêre. Avakirina wan rêyan wezîfeya şaredariyê ye û dibe karê xwe bike."
Wezîr Ala bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û der barê pêvajoya çareseriyê, nasnameyên teze û ehlîyetên teze da agahî da û pirsên edîtoran bersivand.
Der barê lêpirsîna li Cizîrê kuştina Nîhat Kazanhan da ji Ala pirs pirsîn li ser vê yekê Ala destnîşan kir ku agahiyên ku gihîştine wî bi raya gişkî ra parve kir û paşê jî ji bo lêpirsînê ekîbeke ku ji mifetişên milkiyeyê pêk tên ava kir û ew jî bi raya gişkî ra pare vekir.
Ala diyar kir ku li ser delîlên ewil ên ku mifetişan tesbît kiribûn wezîfedarekê ewlekariyê derdest kirin û der barê bûyerê da 3 kes jî tên darizandin.
Efkan Ala diyar kir ku bi ekîbên taybet va kuştinên ku di bûyeran da hatin kirin derdixin holê û wiha axivî:
"Dibê bûyerên kiryar nediyar tunebin. Me wek dewletê çi ji destê me tê, kir. Li dijî kê hatiye kirin bira bê kirin. Hêzên ewlekariyê pêşiyê gotin 'li vê derê pevçûn derneketin'. Paşê eşkere bû ku îhmala hêzên ewlekariyê heye û zarok wisa hatiye kuştin. Dîsa ev jî me rapora mifetişên xwe va derxiste holê. Em di berpirsiyariyeke wiha da ne: Heke li dijî welatiyekê me li wê derê ku tiştek hatibe kirin, kiryar kî dibe bira bibe, wezîfeya me ye ku em wê derxin holê û ji kiryaran hesab bipirsin. Heke êrîşî welatiyekê me bikin, bikujin, birîndar bikin em mêze dikin û ji bo dîtina kiryar em diçin wê derê. Di encama lêkolînan da kiryar tê dîtin û kî dibe bira bibe em ceza didin wî. Em bi eşkereyî van lêkolînên xwe dikin û tu tiştekî venaşêrin û bi welatiyên xwe ra pare vedikin. Tevgera demokratîkbûnê ev e. Baweriya me ji me ra vê dibêje û emir dike. Em jî vê dikin."
- "Îxanetê dikin"
Li ser pirsa "Di bûyerên Kobanêyê de komîserek û du polêsên ku wesaîtên park kiribûn bi panzêrê ve xijî nav agir dikirin ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Der heqê polêsên ku li Hekariyê dema bûyeran de ji wesaîta bizirx, teqemeniyên ku li ewlehiyê qeyda wan tuneye diavêtin, li ser vê jêpirsîna dadî û îdarî dest pê kir. Di vê meseleyê de rewşa dawîn çi ye?"
Ala jî diyar kir ku van bûyerên hanê baş nîşan didin ku hin kesên ji rêxistina paralelê, îxaneteke çawa dikin radixe pêşberê meriv û wiha pê de çû: "Meriv li ber van tiştan dikeve. Lazime ku polês wesaîta welatiyan biparêze û ji bo wê armancê jî li wê derê ye. Divê kuçe û kolanan biparêzin, ji bo însanan ewlehiyê bi cih bikin. Li wê derê wesaîta xwe jî di nav de zêdetir wesaîtan dişewitîne û dibêje 'ew pêvajoya çareseriyê ku hûn dibêjin vaye wiha dibe' sabotajeke çawane ku wesaîtan ten dide û dibe. Ya baş jî ev e ku yê vê yekê dibîne jî dîsa polêsekî dewletê ye. Li wê derê bênavber çi hewce dike tê kirin, xeber tê dayîn û li wê derê ew ji wezîfeyê tê dûrxistin. Di demên berê de ev tişt veşarî diman. Niha ferqa me ev e. Li Hekariyê ew xwîşk û birayên me, dê û xwîşkên me bi awayekî komî li derekê civîyane. Em ji bo parastina wan li wê derê ne. Yanî ji wesaîta bizirx a ku ji wê derê derbas dibe de çend kesên ku ji wê rêxistinê ne cihe wan hatiye guhertin û li wê derê ne teqemeniyan bi xwe re anîne û di wesaîtê de diavêjin wî aliyê ku xelk lê ye. Ev bi tevahî îxanete. Ev nijdevaniye. Bila tu kes xwe wek 'bi tenê ez' bi nav neke. Heke binav bike jî dikeve wî halî. Binihêrin ketin çi halî. Me wan hersiyan jî ji wezifeyê hilda. Me jêpirsînê domand û wê bên îxrackirin."
news_share_descriptionsubscription_contact
