DIYARBAKIR
Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî ku Serokatiya Karên Diyanetê derxist, li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê eleqeyeke mezin dît.
Serokatiya Karên Diyanetê piştî xebateke 5 salan mealê amade kir û 10 hezar heb çap kir. Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî li bajêr û navçeyan tê belakirin.
Xelkê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî mealê didin û li miftîtî û mizgeftan jî eleqeyeke mezin ji bo Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî heye.
Miftiyê Sêrtê Faruk Arvas destnîşan kir ku 220 meal bela kirine û wiha xeberda: "Eleqeyeke mezin heye. Meal di demeke kurt da qediyan. Qur'an heta qiyametê ji bo mirovahiyê kitêba pîroz e. Hemû gel dixwazin kitêba Xwedê bi zimanê xwe bixwînin. Heta niha Qur'an li gelek zimanî hatiye wergerandin. Tenê wergera kurdî mabû. Bi vê xebatê welatiyên me yên ku kurmancî dizanin wê Qur'ana Pîroz fehm bikin. Ev kêmasiyek bû û di vê heyamê da ev xebat hat çêkirin."
Arvas diyar kir ku ji xeynî mealê berhemên din jî bi destê Serokatiyê tên wergerandin.
- Batman
Miftiyê Gercuşê Mehmet Demir diyar kir ku 55 mealên ku hatine ber destê wan li meleyan bela kirine û got ji bo bi kurdî were xwendin ev xizmeteke mezin e û sewam kir: "Ev xizmeteke hêja û mezin e ku peyama Qur'anê bi kurdî were belakirin. Meleyan berê ji bo gelê ku kurdî dizanin bi çi kul û derdî peyamên kitêba pîroz digotin. Êdî bi vê xebatê ev kêmasî ji holê rabû. Bi saya vê xebatê wê mele li mizgeftan ayetên Qur'ana Pîroz ji xelkê ra bibêjin."
Mahfuz Atalayê mele jî destnîşan kir ku ev meal kêmasiyeke mezin ji holê rakir û got Xwedê ji yên ku hazir kirin razî be.
- Mêrdîn
Ji welatiyasn Taha Baran diyar kir ku ev xebat muhîm e.
Baran diyar kir ku ev meala kurmancî li herêmê kêmasiyeke mezin bû wiha got: "Qur'an li zimanên din hatiye wergerandin, çima bi kurmancî jî tunebe? Bi saya vê ev rexnê jî ji holê rabûn. Xwedê ji Serokatiya Karên Diyanetê razî be."
Nezîr Çelik jî diyar kir ku ji Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî sûd werdigrin.
Çelik diyar kir ku bi destê Serokatiya Karên Diyanetê derxistina Meala Qur'ana Pîroz a Kurmancî ciyê kêfxweşiyê ye û wiha xeberda: "Li hemû zimanan Qur'an hatiye wergerandin, ev kêmasiyek bû. Xwedê ji yên ku hazir kirin razî be."
Baran Musab jî bal kişand ser girîngiya Qur'anê û wiha got: "Hazirkirina vê mîlad e. Em kêfxweş in ku li kurdî hatiye wergerandin."