Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Karayilan derketiye dibêje 'Em tehdît nakin'. Tu wê ji kumê min ra bêje, li başûrê rojhilatê derî derî digerin û nameyên xeracê ji welatiyan ra dişînin û li ser wan jî mora HPGyê heye."
Akdogan beşdarî mitînga AK Partiyê ya li Şereflîkoçhîsarê bû û li wê derê axivî.
Akdogan bal kişand ku ji bo ku "teror ji holê rabe" bi HDPyê ra ketin hevdîtinan, lê belê HDP di bandora rêxistina terorê da ye û pêlîstoka wan e.
Akdogan destnîşan kir ki li rojhilat û başûrê rojhilatê milet wetrê raya xwe didin siyasetmedaran lê belê "li ser gotina kesê çekdar gotin tuneye".
Akdogan got, "Lîsteya parlementerên HDPyê Qendîl û rêxistin eşkere dike" û wiha pê da çû:
"Ji ber vê yekê ku dema ku rayê didin HDPyê ev nayê meneya 'hêzdarkirina demokrasiyê'. Tu garantiya Selahattîn Demirtaş heye dema ku ji bendê derbas nebin milete peyayî kuçe û kolanan nebe? Li holê rêxistineke terorê heye, li wê derê disekine û milet tehdît dike. Niha Karayilan derketiye dibêje 'Em tehdît nakin'. Tu wê ji kumê min ra bêje, li başûrê rojhilatê derî derî digerin û nameyên xeracê ji welatiyan ra dişînin û li ser wan jî mora HPGyê heye. Dibêjin 'Vê partiyê berdin derbasî vê partiyê bin'."