İbrahim Atmaca
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokatiya Meclisê da namzedan ji bo ku werin hilbijartin 400 deng hilnedan.
Li Lijneya Giştî ya Meclisê di dengdayîna tûra duyem da 584 parlamenteran deng da.
Parlamenterê Îzmirê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim 336, Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Erdogan Toprak 131, Parlamentera Sêrtê ya HDPê Meral Daniş Beştaşê 65, Parlamenterê Stenbolê yê ÎYÎ Partiyê Hayrettîn Nuhoglu 42, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Saadetê Cîhangîr Îslam 4 deng hildan. 6 deng jî şewitîn.
Ji bo ku namzedek wek serok were hilbijartin divê 400 dengan hilde.
Tu namzedî ji bo wek Serokê Meclisê were hilbijartin 400 deng hilnedan.
Ji bo hilbijartina Serokê Meclisê tûra sêyem wê qasek şûnda dest pê bike. Ji bo ku di tûra sêyem da Serokê Meclisê were hilbijartin divê 301 dengan hilde.