Merkel beşdarî bernameya yekem kanala televîzyonê ya Almanan (ARD) bû û di çaçoveya bernameyê de pirsên derbarê rojevê de bersivand.
-Ji PKKyê re çek naşînin
Merkel destnîşan kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê li herêma bakûrê Iraqê xetereya "qirkirinê" heye. Merkel got ku wek hikûmet biryar dan ku li hemberî vê talûkeyê alîkariya çek bidin HKIyê.
Merkel li ser pirsa "Gelo divê çarçoveyê de hûnê çek bidin PKKyê jî an na?" wiha got: "Piştî ku hikûmeta navend a Iraqê, biryarê erê bike, em ê ji rêvebiriya kurd re çekan bişînin. Pêkan nîne ku di vê çarçoveyê de çekan bidin PKKyê."
-Îdiaya ku Tirkiye hat guhdarkirin
Merkel gotina "Dost hev du guhdar nakin" bibîr xist û wiha pê de çû: "Di serî de hêvî dikim ku hûn min fêm bikin, lewra derbarê feliyetên BNDyê de nikarim agahiyan bidim, ya duduyan dibê bê zanîn ku dost hev du guhdar nakin. Ji bilî vê dikarim bibêjim ku wezîfeya BNDyê ew e ku ji derveyê welat agahiyên ji bo ewlehiyê yê girîng kom dike, li hundirê welat jî rêxistina ji bo Parastina Zagona Bingehîn vê wezîfeyê dike. Ji ber ku her diçe gef xwarin zêde dibin pêdiviya me ya bi îstîxbaratê jî zêdetir dibe. Bawer im dê hemû ji vê yekê fêm bikin."