ÎSTANBUL
Di hevdîtina Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden de mijarên sereke Iraq û Sûriye bûn.
Serokwezîr Davutoglu û Bîden do êvarê li Ofîsa Serokwezîriyê ya Dolmabahçeyê hatin bal hev. Davutoglu û Bîden îro jî piştî Zîrweya Aborî û Vejenê ya Atlantîkê nêzî 30 deqîqeyan axivîn.
Li gor agahiyên rayedarên Serokwezîriyê di hevdîtina Davutoglu û Bîden de mijarên sereke Iraq û Sûriye bûn.
Davutoglu ji Bîden re qala serdanên xwe yên li Bexda û Hewlêrê kir. Tirkiye û DYA destnîşan dikin ku li ser piştgiriya ji bo hikûmeta nû bi biryar in û wê li gel hev tevbigerin.
Di hevdîtinê de Tirkiyeyê daxwaz kir ku divê li dijî DÎŞIyê stratejiyeke berfireh lazim e. Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê rejima Esed biçe û li ser meseleyên esasî bê sekinîn.
Hat diyarkirin ku Tirkiye di vê mijarê de wek DYAyê nafikire, lê dibe li ser mijara wê pêvajo çawa bimeşe li hev bikin.
Perwerdeya pêşmergeyan
Di hevdîtinê de li ser perwerdekirina pêşmergeyan jî sekinîn. Hat gotin ku Tirkiyeyê dest pê kiriye ku li Iraqê pêşmergeyan perwerde bike û Davutoglu di serdana xwe ya li Iraqê de jî çûbû serdana kampên perwerdekirinê.
- Çavkaniyên vejenê yên Behra Reş ya Rojhilatê
Di hevdîtinê li ser çavkaniyên vejenê yên Behra Reş ya Rojhilatê sekinîn û wiha hat gotin: "Divê çavkaniyên vejenê yên Behra Reş ya Rojhilatê li gor berjewendiyên hemû alî û gelan werin emilandin."